3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Garo Paylan: Piştî 6 rojan ev serdema tarî bi dawî dibe

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan di civîna gel a bicoş a li navçeya Golanê de axivî, wiha got: “Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe.”

Partiya Çepên Kesk li navçeya Golan/Mêrdinika Erdexanê civîna gel li dar xist. Gelek kes bi alên Partiyê Çepên Kesk beşdarî civînê bûn. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan polîtîkayên desthilatê rexne kir û wiha got: “Bila ji wan re bibe ders; me li hemberî wan çok nedanî, em ê nadeynin. Erdogan hêj jî tirsê belav dike. Hêj jî difikire ku dê hilbijartinê qezenc bike. Haya wî jê nîn e ku ev gel birçî û xizan hiştiye. Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe. Hêj jî difirikin ku bi belavkirina pereyan û tirsê dê ser bikevin. Cesaret vegir e, em ê cesaretê li hev belav bikin. Ji bo ku em wekîlekî ji vir derxînin divê em 10 hezar dengan derxînin. Ji bo vê em ê 6 rojan bê navber bixebitin. Em ê hem Erdogan hem jî tirsa ku belav dike têk bibin. Erdexan bêyî Partiya Çepên Kesk nabe.”

‘Qet netirsin dawî nêzik e’

Paylan, diyar kir ku dê dengekî xwe bidin Partiya Çepên Kesk yekî bidin Kiliçdaroglû û wiha dewam kir: “Her wekîlê ku em ji vir bişînin wê peywîra mûxalefeta bingehîn bike, serdema pêş jî em ê bibin desthilat. Em li sewalkariya li vir dinerin lê mirov nikarin debara xwe bikin. Em li parçeyekî bihiştê yê cîhanê dijîn lê xizan in ji ber ku serê avê girtine û didizin. Dema ev çûn wê gelê me dewlemend bibe ji ber ku xizanî ne qedera me ye.”