spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD: Tevgera erebî divê bibe derfeta çareseriya siyasî

MSD’ê têkildarî vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî daxuyand “Tevgera erebî divê bibe derfeteke rasteqîn a pêkanîna çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî .”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Meclisa Sûriya Demokratîk bi eleqeyeke mezin pêşketinên navneteweyî û herêmê û bandora wan a rasterast a li ser rewşa Sûriyeyê û aloziya kûr a mirovî ya li Sûriyeyê dişopînin. Li Sûriyeyê ewlehî û aborî hilweşiyaye, bêyî çareserkirina sedemên van rewşan bi awayekî durist, ev rewş nayê derbaskirin.

Divê saziyên dewletê li gorî rêbazên nîştimanî yên demokratîk ji nû ve werin sazkirin ku beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan di rêvebirina kar û barên welatê xwe de were mîsogerkirn. Gendeliyê sazûmaniya dewletê westand û Sûriyeyê kadroyên xwe yên pispor ji dest dan. Şer aborî ji hev xist û têkiliyên di navbera sûriyeyiyan de qut kirin.”

‘Pirsgirêka sereke nebûna demokrasiyê ye’

MSD’ê daxuyand ku piraniya hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyên têk çûn û got: “Sedema vê yekê jî ew e ku ev hewldan li gorî berjewendiyên herêmî û navneteweyî bûn, lê berjewendiyên bingehîn ên gelê Sûriyeyê li ber çavan negirtin. Di encamê de atmosfereke guncaw ji bo rejîmê ava kir da ku redkirina fikrên ku bikarin diyalogên nîştimanî ava bike û demokrasiyê pêk bîne, dewam bike. Em bi vê yekê bawer in ku pirsgirêka demokratîkbûna welat hîna pirsgirêkeke sereke ye û bêyî wê Sûriye nikare rihet bibe û bêyî wê nikare saziyên xwe yên nîştimanî bi awayekî saxlem vegerîne.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk her tevgerke navneteweyî, bi taybetî eleqeya navneteweyî-erebî ya bi pirsgirêka Sûriyeyê, bi erênî dibînin. Nemaze civîna li Cedayê ku 14’ê Nîsanê hatibû lidarxistin, civîna Emanê ya 1’ê Gulanê û ya herî dawîn civîna Meclisa Komkara Dewletên Ereban a li ser asta wezîran a bi serkêşiya Misirê ku 7’ê Gulanê li paytexta Misirê Qahîreyê hatibû lidarxistin. Divê ev gav êşa sûriyayiyan di ber çavan re derbas bike ku bêyî çareseriyeke siyasî ya giştî bi dawî nabe. Ji bo ku proseyeke siyasî ya giştî pêk were jî divê hemû aliyên sûriyeyî yên nîştimanî yên çalak bêyî dûrxistina tu aliyan beşdarî prosesa siyasî bibin. Em bi hêvî ne ku însiyatîfa erebî bi awayekî rasteqîn kar bike û li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254’an rewşê aram bike da ku prosesa siyasî dest pê bike û li gorî vê yekê jî hewayekî guncaw ji bo vegera ewle ya penaberan were avakirin.

Em teqez dikin ku em ji bo vê yekê, bi taybetî ji bo dosyaya penaberan amade ne bibin alîkar. Em piştgiriyê didin beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 18’ê Nîsanê hate ragihandin ku îşaret bi pêşwazîkirina penaberên Sûriyeyê dike.”

MSD‘ê daxuyaniyên têkildarî girîngiya têkoşîna li dijî hişbirê jî erênî nirxandin û wiha domand: “Bandorên bazirganiya hişbirê bi herêman û welatên cîran ve sînordar namîne, lê hişbir pirsgirêkeke nîştimanî ya mezin e ku bandorê li qadeke mezin a ciwanên sûriyeyî kir. Di encamê de jî gendelî di saziyên dewletên de belav kir û bazirganiya wan li herêmên hikumeta Sûriyeyê û herêmên di bin serweriya komên girêdayî dewleta tirk de belav bû. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî hişbir û hewlanên belavkirina wê de li pêşberî zext û astengiyeke cidî ne. Têkoşîna li dijî hişbirê erkeke nîştimanî ye ku lazim e ji kokê ve were sererastkirin.”

‘Divê çareserî li gorî biryara 2254’an  be’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bingehê baweriya me ya bi têkiliyên xwezayî ya di navbera Sûriye û civaka erebî de, em dibînin ku tevgera erebî divê bibe derfeteke rasteqîn a pêkanîna çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254’an a NY’yê ku bikare hêviyên sûriyeyiyan ên pêkanîna demokrasiyê bi cih bîne.”

MSD’ê bang li opozîsyona demokrat jî kir ku ji bo lidarxistina kongreyeke nîştimanî bi cidiyet û berpirsyarî kar bike û got: “Kongre dê bibe destpêkeke nû û cuda ya li ser easê berjewendiyên nîştimanî yên dûrî berjewendiyên herêmî yên ku bûn sedema kûrkirina aloziyê.

‘Em amade ne tevkariyê bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em amade ne tevkariyê bikin û piştgiriyê bidin porsesa siyasî ku nûnertiya hemû aliyên nîştimanî yên aktîf bike û armancên bingehîn ên sûriyeyiyan bi cih bîne, bandorên neyînî yên aloziyê bi dawî bibin da ku Sûriye bibe welatekî ewle, jêdera îstiqrar û aştiyê.”