spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendên Kurd: Ji bo azadiyê deng bidin Partiya Çepên Kesk!

Hunermendên Kurd ji bo giringiya hilbijartinên 14’ê Gulanê bang li gelê kurd kirin û gotin: “Em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û desthilata AKP-MHP’ê hilweşînin.”

Hunermendên Kurd ên li Ewropayê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û gotin: “Em li ser sindoqan faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Hozan Şemdîn diyar kir ku 100 sal in Tirkiye bi rêbazên antîdemokratîk tê birêvebirin û got: “Eger em nexwazin di sedsala pêşiya xwe de jî bi rengî bijîn, divê em biçin ser sindoqan. Ji bo afirandina nirxên demokratîk, ev derfetek e. Gelê me divê vê derfetê baş bi nirxîne û dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.”

Hunermend Amele jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya hilbijartinan û got: “Em ji bo hilweşandina vê dîktatoriyê, ji bo azadiya baweriyan, azadiya bi hezaran girtiyan, ji bo bi hezaran kesên sirgûnkirî vegerin xaka xwe, ji bo şer bisekine û ji bo rawestandina mirinan, em bêjin Partiya Çepên Kesk.”

Hozan Beser Şahîn jî bang li xelkê Dêrsimê kir û xwest ku ji bo rawestandina înkar û îmhaya gelê Kurd, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

‘Em biçin ser sendoqan û desthilatê hilweşînin’

Hozan Cewad Merwanî jî destnîşan kir ku ev desthilatdariya faşîst ku şer li hemberî Kurdan îlan kiriye, bila hêza Kurdan fêm bike û ev tişt got: “Dema em diçin ser sindoqan bila yek armanca me hebe. Em vê dîktatorî hilweşînin. Ji bo wê yekê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Hozan Hakîm Sefkan jî got ku ji bo azadiyê divê her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Hozan Peywan Arjîn jî deng ji Partiya Çepên Kesk re xwest û got: “Em li ser sindoqan faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Ji bo azadiya gelê xwe em biçin ser sindoqan û îradeya xwe deynin holê.”

‘Gelê kurd di pêvajoyek dîrokî de derbas dibe’

Hozan Denîz Deman îşaret pê kir ku gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî û krîtîk de derbas dibe û ev tişt got: “Gelê Kurd di sedsala borî de pêvajoyek xerab derbas kir. Ez bawer dikim ku gelê Kurd wê dengê xwe bi rengekî stratejîk bi kar bîne. Ji bo azadiya gelan, baweriyan û jinan em dibêjin ku di 14’ê Gulanê de dengê me ji bo Partiya Çepên Kesk e.”

Hozan Fevzî Kiliç jî ev peyam da: “Dema hûn diçin ser sindoqan, destê xwe deynin ser wijdana xwe. Berdêlên ku Kurdan dayîne, li ber çav bihêlin. Cenazeyên zarokên me di qutiyên postayan de, dan me. Van tiştan li ber çav bihêlin û dengê xwe bi kar bînin. Bila dengên me ji bo Partiya Çepên Kesk be.”

Hozan Tulay Şahmeran jî bang li her kesê kir ku ji bo hilweşandina vê sîstema xerab, divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Hozan Kawa jî ev tişt diyar kir: “Ji bo azadiya Kurdan ev pêvajoyek gelek girîng e. Herin ser sindoqan. Ez weke Hozanek ê Serhedî, bang li gelê me dikim. Xelkê Serhedê ku xwedî dîrok û çanda qedîm e, teqez herin sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em çarenûsa xwe biguherînin.”