spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye helwesta xwe ya dijminane biterikîne

Konseya Ewropayê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di pêvajoya hilbijartinê de û got ku Tirkiye “dijminane” tevdigere û jê xwest ku dawî li vê nêzikatiya xwe bîne.

Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (KE), têkildarî operasyonên binçavkirinê yên navendên wan Amed û Enqereyê de ku gelek siyasetmedarên kurd, hunermend, hiqûqnas û rojnameger hatibûn binçavkirin û girtin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de KE’yê bertek nîşanî Tirkiyeyê da û wiha got: “Tirkiye bi nêzikatiyeke dijminane nêzî parastvanên mafên mirovan, rojnameger û parêzeran dibe û divê dev ji vê nêzikatiya xwe berde. Hewl dide bi kirariyên îdarî û edlî bê deng bike û divê dev ji vê sepana xwe berde. Di pêvajoya hilbijartinê de zexta xwe ya li ser aktorên herî girîng ên civaka demokratîk zêde kirine. Bi vê yekê re rewşa mafên mirovan, azadiya xweîfadekirin, xwe birêxistin kirin û civînan hêj xerabtir bûye.”

Fikar zêde dibin

Di daxuyaniyê de KE’yê bal kişand ser girtin û binçavkirinan û wiha got: “Zêdetirî 120 kes bi hinceta endamtiya rêxistinê hatin binçavkirin û bi awayekî komî bi ser malên wan de hatiye girtin. Ev yek rê li ber fikarên mezin vedike. Li gorî îdiayên heta niha temînata ewlehiyê hatiye binpêkirin û polîsan tundî kiriye. Tê ragihandin ku lîsteya rojnamegerên girtî ya Tirkiyeyê hêj dirêjtir bûye. Tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dayikên Şemiyê/Xizmên Windakiriyan jî, rayedaradaadiya civakê neparastin. Ji ber ku ev mafê xwe bi kar anîne, li dijî wan teqîbatên cezayî hatin destpêkirin. Ev yek jî yek ji mînakên din ên xetereyên li ser mafên mirovan e.”