4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan û Bayindir li mitînga Qersê gotin: Rojên azad nêz in

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mitînga Qersê de destnîşan kir ku partiya wan ewlehî û teminata welat in, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got; rojên azad nêz in

Partiya Çepên Kesk li Qersê mitînga hilbijartinê li Qada Cumhuriyetê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir beşdarî mitîngê bûn û bi hezaran welatî li qadê kom bûn. Girseyê li ber stranan govend gerand û mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê mêvanên mitîngê derketin ser dikê û girseyê silav kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Alp û Sertaç Çelîkkalelî axivîn û destnîşan kirin ku ew ê vê zilmê di sindoqan de têk bibin.

‘Em ê fîşa wan bikişînin’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Namzetê Parlamenteriyê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku hindik ma ew ê li Qersê fîşê AKP-MHP’ê bikişînin û got: “Ji hilbijartinê re hefteyek maye û îradeya gelê Qersê wê li ser Partiya Çepên Kesk be. Azadî, aştî û bextewarî wê bi pêşengiya partiya me pêk were. Rojên azad nêzîk in. Partiya me wê rê li ber siberoja gelan veke û azadiyê bîne. Niha em ji vê zilmê, ji vê feqîriyê re dibêjin êdî bes e. Divê em vîna gelê xwe biparêzin û sindoqan bi kesk, sor û zer boyax bikin. Divê were zanîn ku em ê bi ser bikevin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Bûldan: Desthilat ji her êrîşan berpisiyare

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Bûlsan jî wiha axivî:

“Ez gelên me yê kurd, tirk, terekeme, azerî yek bi yek silav dikim û spasiya wan dikim. Îro Qers mitîngek dîrokî li dar dixe. Ez spasiya hemû kedkarên me dikim. Stranbêj Cîhan Aymaz ê li Kadikoyê di encama êrişek nijadperest de hatibû qetilkirin, li bajarê wî li Qersê bi rêzdarî bibîr tînim. Ez kujer û êrişên nijadpereset şermezar dikim. Dîroka dawîanîna êrişên wan nijadperest û polîtîkaya wan dubendiyê roja 14’ê Gulanê ye. Yên niha li meydanan heqaret dikin, tiliyên xwe dihejînin, gefan dixwin, gotinên nijadperest dikin, ji tiştên di nava van 5 rojan de biqewimin berpirsiyar in.

Her ku têk diçin êrîş dikin

Her ku winda dikin û têk diçin, dest bi êrişan dikin û her ku êrişan dikin têk diçin û winda dikin. Nizanin ku piştî çend rojên din ew ê biçin. Dijminatiya wan a li ser kurdan, dijminatiya wan a li dijî demokrasiyê, dijminatiya wan a li dijî jinan û mûxalefetê êdî nikarin veşerîn. Roj bi roj xwe radixe ber çavan. Ew eşkere dibêjin. Li mitîng û meydanan di bernameyên televîzyonan de eşkereyî dibêjin. Em ê tu carî destûrê nedin vê dijminatiyê. Partiya Çepên Kesk êdî mîsogeriya jiyana hevbeş a gelên Tirkiyeyê ye, xwişk û biratî ye, refah û aştî ye, siberoja me ye. Em ewlekariya vî welatî ne. Em temînata vî welatî ne. Em wan û dijminatiya wan bi hev re bihêlin. Em ê bi gelên Tirkiyeyê re; kurd, tirk, azerî û bi gelên xwecihî re di nava aştî, dewlemendî û aştiyê de bijîn. Qers ji bo vê bersiva herî baş e. Gelê Qersê bi sedsalan bi hev re di nava aştiyê de dijîn û ji niha û pê ve jî dê bi vî rengî jiyana xwe bidomînin.”

 Coşa azadiyê piştî 14’ê gulanê ye

Qersiyên delal, em diçin ku em bi heman coş û peroşê re tên pêşwazîkirin. Li her derê heman îrade heye. Em dibînin ku li Tirkiyeyê alên Partiya Çepên Kesk bi slogan û peyamên xwe li ba dibin û li hemû Tirkiyeyê jî heman atmosfer heye. Helbet azadî ji bo Selo, Fîgen, Gultan û Aylayê. Daxwaza azadiyê ya hevalên me yên ji ber fikrên xwe li vî welatî di girtîgehê de ne, wê piştî 14’ê Gulanê pêk were.”

Piştî axaftina Bûldan, hunermend Berfîn Aktay derket ser dikê û konserek bêhempa da.