18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP li Şirnexê plan dike ku leşkeran bibe ser sindoqan

Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Aktaş ku waliyê Şirnexê yê berê ye di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 11 hezar leşker veguhezandibû ser sindoqan. Hişyarî hat dayîn ku vê plana hilbijartina xwecihî dibe ku di 14’ê gulanê de jî bixin dewreyê.

Ji hilbijartina Serokkomariyê û Giştî YA 14’ê gulanê re çend roj man. Dek û dolabên hilbijartinê yên AKP’ê ji nû ve hatin rojevê. Nexasim navenda van dek û dolaban herêma Botanê ye. AKP’a ku her roj li Botanê dihele û kes guh nadê, di hilbijartina xwecihî ya 31’ê adara 2019’an de polîs û leşker biribûn ser sindoqan û AKP bi dengê leşker û polîsan bi ser ketibû. Niha jî heman hişyarî tên dayîn ku tê gotin AKP wê dîsa leşker û polîsan bibe ser sindoqan. Nûçegihanê  Ajansa Mezopotamyayê Dilgeş Rûvanas rewşa dawiyê ragihand.

Bi destê walî û parlamenterê AKP’ê

AKP her tiştî li Herêma Botanê ji xwe re vediguherîne fersendê û li pey dek dolaban e. Mehmet Aktaş di hilbijartinên xwecihî de Waliyê Şirnexê bû. Niha jî Midûrê Giştî yê Emniyetê ye. Aktaş û parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Rizgin Bîrlîk bi hev re leşker û polîs birin ser sindoqan û bi wan ray dan bikaranîn. Her du kesan ji bo AKP’ê bi destê leşker û polîsan li tevahiya Şirnexê û navçeyên wê 11 hezar deng ji bo AKP’ê hatin bikaranîn.

AKP’ê bi hezaran leşker li kargehan, axûr û avahiyên kavil weke hilbijêr qeyd kir. HDP’ê li dijî vê yekê îtîraz kir lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind îtîraza HDP’ê red kir.

Gefê li cerdevanan dixwin

Waliyê Şirnexê yê niha Osman Bîlgîn li gel cerdevan, leşker û polîsan ji bo AKP’ê li dengan digere û ev xebata ku bo AKP’ê dikin carek din dek û dolab û planên hilbijartina 2019’an tîne bîra mirovan. Walî, qeymeqam, qeyûm û sercerdevan li gundan digerin û gefan li gundiyan û cerdevanan dixwin û ji wan dixwazin dengê xwe bidin AKP’ê.

Davûtolgû hişyarî da walî

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû hişyarî da walî Osman Bîlgîn ku gef li cerdevanan xwariye. Davûtoglû diyar kir ku Osman Bîlgîn li cerdevanan digere û dengan ji wan dixwaze û gef û gûran li wan dixe.

Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen jî aşkera kiribû ku Osman Bîlgîn li gundan ji AKP’ê re li dengan digere û gef li welatiyên gundan dixwe ku dengên xwe bidin AKP’ê.

Banga lêxwedîderketina sindqoan

Li tevahiya Şirnexê tê axaftin ku weke hilbijartina 2019’an dîsa AKP wê leşkeran bibe ser sindoqan da ku dengên xwe bidin AKP’ê. Partiya Çepên Kesk a Şirnexê li dijî van dek û dolabên muhtemel ên AKP’ê hişyarî da gel û ji gel xwest ku li dijî lîstokên AKP’ê hişyar bin û xwedî li deng û sindoqan derkevin.