6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîr û Edeneyê banga beşdariyê  kir

Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga 11'ê Gulanê  li Edenê û 12’ê Gulanê li Qada Gundogdû ya Îzmîrê were lidarxistin banga tevlibûneke xurt kir.

Partiya Çepên Kesk wê di 11’ê Gulanê de li Qada Ûgûr Mumcu ya navçeya Seyhana Edeneyê mitînga hilbijartinê li dar bixe. Mitîng wê saet di 17.00’an de dest pê bike. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Serokê Partiya Kedê (EMEP) Ercûment Akdenîz wê beşdarî mitîngê bibin. Dê hunermend Mervan Tan jî derkeve ser dikê.

‘Em ê teqez bi ser bikevin’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Sabahat Mûtlûay axivî û diyar kir ku ew ê di 11’ê Gulanê saet 17.00’an de li Qada Ûgûr Mumcu mitîngê pêk bînin. Mûtlûay wiha got: “Em di serdemeke wisa de ne ku weke av û hewa pêwîstiya me bi azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê heye. Em diçin hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina veguherînê. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dê siberoja welat û civakê were bijartin. Tenê du rê li ber me ne, yan em ê ji faşîzmê re bêjin na yan jî wê faşîzm bi sazî bibe. Em ê faşîzmê rawestînin û di Meclisê de wek temînata demokrasî, siberojeke azad û wekhev bi hêztir cihê xwe bigirin. Hêza me ya vê yekê heye, îradeya me ya serkeftinê heye. Em her kesî vedixwînin 11’ê Gulanê ya Edeneyê ku em ê bi hev re biguherînin. Em ê teqez bi ser bikevin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

 Banga ji bo mitînga Îzmîrê

Partiya Çepên Kesk têkildarî mitînga ku dê di 12’ê Gulanê de li Qada Gundogdû ya Îzmîrê were lidarxistin, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk, ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo faşîzm têk biçe gelek kêm wext maye û wiha got: “Gelek kêm ma ku ev desthilata dijminê kurdan, elewiyan, jinan, ciwanan, kedkaran, xwezayê têk biçe û hêviya dayikan, karkeran, kedkaran, ciwanan didize hesabê bide.”

‘Meşa dîrokî ya têkbirina AKP’ê û MHP’ê ’

Çelîk, ji bo serdemeke nû, ji bo hevî û pêşerojê bi hev re ava bikin bang li gelan kir û wiha got: “Em bang dikin ku tev li Mitînga Îzmîrê ya Mezin a 12’ê Gulanê bibin û bibin kirdeye meşa me ya dîrokî ku desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê têk bibin.”