12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokên Dayê Sêvê

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Dayê Sêvê, Sêva Biro li herêma Wêranşarê, ji gundê Gede jiyaye. Jineke hekîm, zana û jêhati bûye. Mixabin ez negihiştimê. Dayê Sêvê di sala 1986’an de koça xwe ya dawîn kiribû. Lê dû xwe mîratek û bîreke wisa mezin hiştiye ku ev çend mehe ez bi çîrokên wê re dijîm. Dr. Xelîl Xaldiyê1 nebiyê wê, çîrokên ku di zarokatiya xwe de ji Dayê Sêvê guhdarkiribû bi hevokên wê yeko yeko ji min re got û min jî qeyd kirin.
Dayê Sêvê çîrokbêjeke dilê wê bûye. Tim nebiyên xwe komî dora xwe dike û çîrokan dibêje. Bi çîrokên xwe, nebiyên xwe perwerde dike. Ji berî bêm çîroka wê ya Xwebûnê, ez dixwazim pariyekî jî behsa hekîmtî û parêzvaniya wê bikim.
Dayê Sêvê, di xewna xwe de Xatûna Fexra dîbîne. Xatûna Fexra, li gorî baweriya ola êzdiyatiyê parêzvana jin û zarokan e. Di sedsala 11’emîn de li Başûr jiyaye. Ji binemala Şemsaniyê ye, keça Şêx Fexriyê Adî ye. Navê kalik û pîrikên wê Eznamîr û Sitiya Zîn in. Bavê wê feylezof bûye, xizmetekî pir mezin û pîroz kiriye, hemû qewlên êzdiyatiyê berhev kiriye û nivîsiye.
Navê Xatûna Fexra esil Xezal e. Ji binemaleke xwedan keramet, qudret û pîroz e, yên wê jî hin kerametên wê hebûne. Jineke dilrehm, dilovan û zanabûye, alikariya jin û zarokan kiriye. Lê qet ferq nekiriye navbera jin û zarokan, ji kîjan bawerî û gelî dibe bila bibe, dema ku jin û zarokek di tengasiyê de be çûye hawariya wan. Ji ber keramet, xîret û zanista wê Şêx Adî ew xelat kiriye. Navê wê guherandiye û daniye Xatûna Fexra. Xatûna Fexra di Laleşa Nûranî de jin pêşwazî kirine.
Ji dû wê, bi navê wê çend qub hatine çêkirin; yek li herêma Şirnexê li gundê Kîwexê ye, yek li herêma Laleşê li gundê Boza ye, yek jî li gundê mem şivanê ye ev der jî nêzîkî xankê ye2. Jinên Êzidî ji bo Xatûna Fexra rojiyê digirin û nedir derdixin ango xêra wê derdixin, xêr carinan xwarin e, carinan jî kiresek e.
Erê ev milyaketa Xwedê tê xewna Dayê Sêvê jê re dibêje “Ez ê kerametekê bidime te, bi wê alikariya jin û zarokan bike.” Dayê Sêvê ji ber kar û barê malê û zarokan xwe nade ber, lê xewn dema ku cara sêyemîn jê eyan dibe, kerametê ji Xatûna Fexra digire û di wan şert û mercên tunebûna nexweşxane, bijîşk, derman û dermanxanan de dibe hekîmê jin û zarokan, alikariya wan dike.
Dayê sêvê rojekê dîsa li ber tenûrê nebiyan dicivîne dora xwe û ji wan re çîroka “ Xwebûnê” dibêje.
Dema ku hemû ajal bi hevre wek xwîşkûbira dijîn. Refek qijikên reş bêheduriyê dikin, hêlînan xerab dikin; hêkan didizin, hinekan dişkênin û hinekan jî dixwin ango tema devê balindeyan xerab dikin. Teyrên Tawis ji destê van xerabiyan, hêlînên xwe jî li dû xwe dihêlin û koçber dibin, diçin deverên din.
Çawa dibe hêkeke Teyrên Tawis tev li hêkên qijikên reş dibe û ji xwarin û xerabûnê xelas dibe. Dem tijî dibe û ji piştî 28 rojan çûçikek lê dixê, hêkê dişikêne û dertê. Demekê şûnde çûçikê biçûk dibîne ku bi reng û dengê xwe naşibe yên din. Ên din hemû reş û qîrin, qaje qaja wan e û bêhedûr in. Ew jî dixweze bişibe wan pûrtikên wan ên reş bi xwe ve dizeliqîne û hewl dide dengên wan derxe. Lê dibîne ku na, ne bi rengê xwe û ne jî bi dengê xwe naşibe wan. Ên din serê wî çêdibin pê dikenin.
Ji dûr bilbilan dibîne, dibêje “Ax! xwezî ez weke van bûma, qet nebe ez ê bistrama.” Hewl dide, nikare dengê wan jî derxe û qaz û werdekan dibîne dibêje “Ax! xwezî ez weke wan bûma.” Lê na, ne weke wan e jî.
Çend cure teyr û tilûrên din jî dibîne, tim bi axîn pûrtikên wan bi xwe ve dizeliqîne û dengên wan teqlîd dike, lê dike û nake nabe; ne dengê wî dişibe dengên wan, ne jî rengê wî dişibe rengên wan, pûrtikên emanet yeko yeko ji xweber xwe tên xwarê . Ev rewş dilê wî yê biçûk pir diêşîne, bi ber xwe dikeve, lê çi dike û nake, li hev nayê, ne wekî wan e.
Bi tenê dimîne û wextekê wisa dijî, bi demê re pûrta wî dirêj dibe. Dibine ku hin rengên pir cuda yên ku qet li ser çûkên der û dora xwe nedîtiye li ser wî ne.
Dibêjin qey qelemeke qudretî hemû rengên dinyayê li ser pûrtên wî yeko yeko neqişandiye. Kêfa wî pir ji rengên wî re tê. Demekê şûnde dengê wî jî rûdinê û ji xwezaya xwe dest pê dike distrê, helbestan dixwîne. Ew jî êdî bi reng û dengê xwe pir razî ye, bi xwe ye, bextewar e.
Lê bi domandina demê re dibîne ku bedewî bi tenê têra bextewariyê nake, ji refê xwe dûr e û tenê ye. Xemgînî tê û li ser dilê wî rûdine. Ev rewş jî pir nakişîne bedewiya Teyrê Tawis deng vedide, diçe digihîje refê wî. Ref tên serdaniya wî, bi dîtina wan pir bextewar dibe û bi refên xwe re difire.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê