6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Look Up

Piştî demek dirêj cardin merheba ji we re xwînerên hêja.
Em ê bi filma Don’t Look Upê dest pê bikin! Ez pir behsa fîlmê nakim, lê temaşe bikin. Lê nav grîng in. Dont Look Up yanî li jorê nenêre. Mirov ji bo çi lê nanêre; elbet ji bo nebîne. Ji kesên ku nabînin ra dibêjin çi? Kor. Erê, mirov ji bo peyama filma Don’t Look Up re dikare bi kurtasî bibêje: Gerdûn kor e. Na, na, çima gerdûn. Ma çi sûcê gerdûnê heye. Ne gerdûn, mirovên serdema modernîteya kapîtalîst kor in. Sosretek, felaket li ser serê wan e lê nabînin da ku tê ber derî. Lê her gav lêbinêrin bi dîtinê encam nabe. Dema tu li tiştekî dinêrî wê demê li çi nanêrî? Her nêrîn bijarteyek e. Tu çi hildibijêrî. Ji bo dîtinê pîvan lazim in. Li ser meselê ger pîvana pergalekê pere be; dikare li felaketekê binêre, lê li dolaran bifikire. Wek di filmê de jî xuya dibû ger “êş” pere bike, ferqa êşê ji bankayan nîne. Îcad in, elbet divê hebin. Ma çi zirara teknolojiyê heye. Li vir bêşik ez behsa pîvanê dikim. Pîvana ku li ser kar e, desthilatî ye, divê jiyan bûya. Îca em ê bi destûra Look Up li çend meseleyan binêrin. Ji xwe film behsa bobelateke gerdûnî dikir. Îca em behsa bobelateke navdewletî bikin.

Şerê ûkraynayî û rûsan.. Na, na dîsa şaş bû. Ma çi eleqaya cotkarên ûkraynî ku li gundên xwe bi aştiyane dijîn bi vî şerî heye. Şerê NATO û Federasyona Rûsyayê bi milyonan dîmen û gotinan tê vegotin, em jî li wan dîmen û gotinan dinêrin. Lê Rûsya ji bo gelê rûs lê nenêre di çapemeniyê da bikaranîna peyva “şer” qedexe kir. Jixwe propagandaya ewropî jî berê me dide derên din da ku em nebînin. Li zanîngeha îtalî dersa li ser Dostoyevskî betal kirin. Ji bo em li jorê nenêrin her tiştî dikin. Lê dema te nêrî, tu yê bibînî di şerê hêzên hegomonîk de gelên ûkraynî û rûsî dipelçiqin. Ev ne îstîsna ye, pîvana modernîteya kapîtalîzmê ye. Yekdestîbûn (monopolization) pîvana sereke ya vê pergalê ye. Ev pîvan tenê ji bo karsaz û holdîngan derbas nabe. Ev pîvana desthilatiyê ye û ji wir şer difûre. Divê tu sedemê mehkum bikî, ne encamê. Hezar hûrgiliyên sosyolojiyê deynin hêlekê. Va encama vê pergalê zelal e, şer e. Li Sûrî jî ev bû, li Lîbyayê jî. 80’î sal berê li dilê Ewropayê jî ev bû. 25 sal berê li Kosavayê. Ji xwe ji bo me kurdan şer bûye awayekî ji awayên jiyanê. Û cardin û hezar carên din jî mirov bibêje ku niha di destê mirovahiyê de ji xeynî paradîgmaya Neteweya Demokratîk tu paradîgma nîne bo pergala aştiyê ava bikin. Pergela heyî şer hildiberîne, modela Rojava ji bo hemû erdnîgariyên bi krîz yekane çareseriya aştiyê ye.
Me hey go kurd, ka li Kurdistanê jî em serê xwe rakin. Va min tabeleyek dît: Hûn dizanin nava dilê pergala mêtingerî ji navan diqete. Nav girîng in. Loma yek bi yek navê bajar û navçe û gundan guhertin û hîn jî diguherînin. Navên avahiyên dewleta mêtinger giş bi navên kesên ku li dijî Kurdistanê şer kirine danîne. Lê vê dawiyê ev mesele jî wek her meseleyê ji adetê derxistin. Xwestin navê bexçên me yên Hewselê biguherînin û bikin baxçeyê dewletê yanî Dewlet Baxçelî. Xweliya çar parçên Kurdistanê li serê we be. Baxçeyên me nabin baxçeyên dewletê! Ew ê di kaxizan da bimîne ew nav. Ji ku dizanim? Qet hewce nake bersivê ji çiya û zozanên Kurdistanê hilgirim. Serê xwe radikim tenê. Va tabeleyek dî jî: Ma Muzîk. 4’ê adarê salvegera 5. a Ma Muzîkê ye. 2’yê adarê bi şahiyekê hat pîroz kirin. Ji kelecaniya Apê Ûsivê ku wek dengbêjê mêvan hatibû, diyar bû ku Ma Muzîk karên baş dike. Apê Ûsiv kefxweşiya xwe ji bo xebatên Ma Muzîkê parve kir û şîretan li dengbêjên ciwan kir û got “dîrokê” ji bîr nekin û wek mînakek dest bi klama Ûsivê Seydo kir. Ma Muzîk ev 5 sal in her hewl dide çand û hunera kurdî biparêze û bi pêş bixe. Heta niha bi hezaran zarok û ciwanên kurd bi kurdî perwerde kirine. Bi orkestrayên xwe bi dehan xebatên xwe bi gelê xwe re parve kirine. Bi kevneşopiya hunermendên wek Sûsika Simo, Cizrawiyan û bi bîranînên Elî Temel û Mizgînan, Ma Muzîk şipya ye, bi qasî spîndarên Hewselê bilind û bedew e !

Hey peyva bedew ji devê me derket ka em li vê nûçeyê jî binêrin: Odeya Bijîşkên Amedê îsal xelata Aştî, Hevaltî û Demokrasiyê wê bide Emîne Şenyaşar. Emîne Şenyaşar a ku bi tevî Dayikên Aştiyê û bi Dayikên Şemiyê bi berxwedaan xwe xelata hêviyê dide me. Li tekoşîna dayikan binêrin: Her dayikên me yên tekoşer Kurdistanek e. Ger ev civak li dora vê berxwedanê bibe xelek têkçûna mêtingeriyê mîsoger e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê