6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çirûska helbestî ya serhildanê

Di dîroka kurdan de behsa 29 serhildanên mezin û giştî têne kirin ku di wextê xwe de ew li dijî dagirkeran pêk hatine. Hejmara 29 rast be ango şaş be, helbet girîng e ji ber ku weke hêmana matematîkê di meseleyan û çareserkirinên wan de jî, diyarker e.

Heta Serhildana dawî ya ku çirûska wê li Dihê û Şemzînanê hat pêxistin jî, bêjeya “Serhildan”ê weke bêjeya vejîn û helwesta netewekê pîroz dihate dîtin û hemû dijrabûnên kurdan bi vê bêjeyê dihatin pênasekirin.

Lê bi geşbûna serhildana 1984’an re êdî peyva “Berxwedan”ê kete lîteratura siyasetê û serhildan weke têgeh di xumamiyekê de ma. Her wiha gotina nemir Mazlum Dogan, “Jiyan Berxwedan e!” ango “Berxwedan Jiyan e!” di her dijrabûnan de weke dirûşma sereke hate bikaranîn. Lê bi dubareyî dibêjim, qesta kurdan ji vê bêjeya berxwedanê, serhildan e jî. Ez dixwazim hêla vê mijarê ya civaknasî ji pisporên vê mijarê re bihêlim û werim ser babeta xwe ya bingehîn.

Matematîka ku havênê hemû reh û rîşalên jiyanê ye, li ser destê helbestê dikare were mezinkirin. Weke matematîsyen Sofia Kovalevskaya gotiye, “Mirov ne xwediya/ê ruhê helbestkariyê be, nikare bibe matematîsyeneke/î maqûl jî.”* Bi fikra min jî, dema ku mirov hay ji matematîkê tunebe û nikaribe hemû rabûn û rûniştin û afirandinên xwe yên rojane bi hesab û kîtab (matematîk) bijî, di hemû hilberînan de dê lingekî kiryarên wê/î şikestî bimîne.

Çawa ku helbestvanên klasîk ên cîhanê û yên kurd hemû helbestên xwe bi wezn û kafiye nivîsandine û mirovan jî çêj û kêf ji wan rêzikan wergirtine, di roja me de jî hemû çeşnên wêjeyî û berhemên hunerî (çi serbest, çi bi pîvan) xwe dispêrin matematîkeke aşkere û ya bi nepenî. Mînak; dema min xwest vê gotarê binivîsim û bi awayekî rêkûpêk pêşkêşî xwînerên kurd bikim, serê pêşîn li çarçoveya wê ya bicihkirina rûpela ser rojnameyê fikirîm. Dûre gav bi gav weke nivîsandina formulekî matematîkê li bêje û rêzikên paragrafan hizîrim ku li dû hevdu wan rêz bikim.

Em dîsa vegerin ser mijara xwe ya bingehîn ku ev du hefteyên bi taybetî di jiyana kurdên Rojhilat û bi giştî di jiyana hemû kurdên cîhanê de têne jiyîn, divê weke hesab û kîtabên matematîkê li ser werin fikirîn û nasnameya vê dijrabûnê bi awayekî zanistî weke gotina Serhildana rojhilatê Kurdistanê ya dawîn aşkera bikin. Çinku çirûska vê serhildanê li ser destê jineke kurd hate vêxistin ku wê jinê berdêla herî mezin bi jiyana xwe da. Ji ber wê ye ku hemû kurdên ziravhestyar di nivîs û peyamên xwe yên li ser tora civakî de Ala Por bi kar tînin û dizanin ku ev çirûska serhildanê dikare ber bi geşedanên giring ve biçe.

Çawa ku tevgerên jinên serhildêr li Rojhilatê Kurdistanê yên weke Zeyneb Celaliyan û hevrêyên wê ne jixweber in, tevgera mamosteya kurdî Zara Muhemmedî jî û sekna helbestî ya Mahsa Amînî jî di carekê de nebûne hêmanên herî girîng ên civakeke bindest û kokên wan digihîjin Mîrekiya Ardelan, dewleta Sadakî û Husnaviyan jî. Her wiha ruhê nemir Qadî Muhemmed û Qasimlo jî tev li wê helbesta ser destê jinê bûye û hemû kurdên ji ber hikumraniya Îranê zîvêr, rakirine serhildanê. Ger em kumê xwe dînin ber xwe û vê fersenda dîrokî ya kurdên xwe yên Rojhilat bi van hest û ramanan binirxînin, helbet em ê karibin weke şexsên kurd hêmayên xwe jî tev li wê helbestê bikin û li ser rojgêrana bi navê cîhanê bibin xwediyê parçeyekî dîtir ê azadiyê.

Ger mirov di rewşên wiha de weke şexs, nivîskar, hunermend, karsaz, siyasetmedar, rayedar, zarok û jin û mêr, pîr û kal li gora hêz û şiyana xwe piştgiriyê bidin vê serhildanê û li her cihê ku lê dijîn ragihîne niştecihên wê herêmê, helbet wê ew çirûsk hêdî hêdî veguhere agirekî geş û wê di demeke guncav de bibe agirê dojehîn ê ku serdest tim bindestên xwe pê ditirsînin. Ji ber hindê em porrên jineke ciwan a kurd weke alaya azadiya xwe bihesibînin û wê alê li her cihî li ba bikin.

Em ji bo wê alê, wêneyan birengînin, stranan çêbikin, helbestan binivîsin, li ser dikan şanoyan pêşkêş bikin. Ne sibê û pêşerojê, hema yekser niha em vî tiştî bikin. Em hinek pereyên xwe di vê oxirê de xerş bikin.

Em bi siyaseteke dirust li cem gelê xwe yê li hemû Îranê cih bigirin -bêyî hesab û kîtabên biçûk ên şexsî, malbatî, partîtî û herêmî-, bi deng û lava û îbadet û hemû tevgerên xwe nehêlin ew çirûsk ber bi bayekî xerîb de vemire û bibe sedema qirkirina wan serhildêrên çak û çalak.

Bi van hest û daxwazan dixwazim helbesta xwe ya ji bo Mahsa Amînî û hemû pakrewanên li ser wê oxirê bi xwînerên Xwebûnê re parve bikim:

BERXWEDANA (SERHILDANA) POR

Hebû, nebû

Nehlet li çavên we bû

Çavên we yên bi tayê porekî

Ji ser xwe diçin

Jinek bi navê Jîna Emînî hebû

Li Rojhilat bû, kurd bû

Bisk û perçemên wê

Li dijî da’w û doza we bû

Por bû, bi ser de reş bû

Xemla serê jineke ciwan bû

Hûn ditirsandin çend keziyên jinî

Mîna nefta agirîn

Û weke qetrana li rûyên we yên şermînî

Divê we ew ji kokê ve bikşanda

Li nava toz û rimilkê rakişanda

Sing û parsû tev bişkanda

Ta ku ruh ji bedenê vekişanda

We porek kuşt bi hovane

Hemû mirov û welat buhane

Kuştin û lêdan û sêdar şahane

Serê we gihîşt ezmên bi terane

Duh serhildana zimên bû

Di devê Zaraxanê de

Îro berxwedana por e

Û li ser destên jinên kurd e

*Sofia Kovalevskaya (sonya) jineke matematîsyen û parêzvanê mafê mirovan a ji welatê Rûsyaya Çarlikê ye ku jiyana wê bûye mijara fîlman. Li Stockholmê weke jina pêşîn a payeya profesoriyê wergirtî, her wiha di wêjeyê de jî îmzeya xwe li binê roman û şanonameyan daye ku van fêdeyên wê yên li matematîk û jiyanê, bûne sedema guherîna tevgerên mêrên ku bi çavên biçûk li jinan û kiryarên wan dinêrin.