6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dêrikê çi digot

Ma bajar dipeyivin!

Lê va Dêrikê îro dipeyive, belkî dilê min î wêran dixwaze barekî giran î dîrokî û xweşbêj lê bar bike. Te got Dêrik, ez dibêm Cegerxwîn… Tew, darhinar û darzeytûnên Şêbê helbestên Seyda dilorînin. Wele pir dûr çûm, ew ê Qedrîcan bixeyîde.

Ka vegerim.

Talana serdestan pirşêweye.

Ku sererd û binerdên me talan û erdnîgariya me wêran dikin jî çavên wan têr nabin. Dixwazin serhildêrî û vînê jî bişikînin û demografiye jî biguherin.

Dibêjin birevin.

Ji vê xakê birevin…

Tê bîra min, di zarokiya min de peyva ser lêvan ev bû “Marmarok û gimgimok jî ji Dengiza direvin…”

Hela, hela!

Kes ji warê xwe direve!

Lê wan bi rikdarî dibistan û qereqol ava dikirin.

Rast e şert û mercên jiyanê zor bûn, av-rê-ceryan tune bûn, bikaranîna teknîkê xewn û xeyal bajarsazî qels. Jiyan malwêranî, bêçaretî… Ma ne bindestî bû, bi gotina wan ev der “şerq” bû. Tuneyî normal.

De birevin.

Birevin, bila sered, binerd û hebûn ji serdestan, ji mêtingeran re bimîne!

Lê welatê me bû, ax a me.

Xelk ji belengazî diçûn Bêrûdê ku ew der wêran bû îca Îskenderûn bû mekanê xebatê yê Dengiziyan.

Dibêjin, dengiziyekî nexweş diçe ser tixtor, tixtor dipirse;

– Ku te têşe?

– Kêleka min!

– Kîjan kêlek?

– Aliyê Îskenderûn! Kêleka aliye Îskenderûnê têşe!

Şîrove ne lazim e. Paşê Îzmîr, Mêrsîn bû riya Dengiziyan î wek rêya mirûstanê û valakirina gund, zêdeya ser kezebê. Dîsa dûr ketim, na wele nêzîk!

Ku TIR’ên xebata Tesîsên Fosfatê ya Şemrexê dilê Dêrikiyan wêran kirin û bûn sedema mirinan, na wele qetilkirina zêdetirî bîst kesî û bi dehan birîndarên.  Em jî, ji bo parvekirina êşa wan çûn serdana navçeyê. Ka mirov dikare çi bibêje! Êşek giran, derdekî bêderman! Ma çawa bû ku frêna sê tiran li pey hev teqiya! Temam, bar giran e, rê pir zêde kaş e, TIR pir kevn in û mirov dikare sedeman lê zêde bike. Lê tevdîr, çare! Çima rê di nava navçeyê re diçe? Çima rêya cîwar tune ye? Çima qontrola rê qels e; yekê qeza kir, ya duduyan û ku lastîka ya sisêyan nehat teqandin. Wek ku bi zaneyî tiştek hatiye kirin. Bêşik mirov dikare bibêje hesabê can, mal û ruhê mirovan nehatiye kirin. Hesab erzanî, dê xebat çawa erzan rûnê! A mesele ev e, sermayedarî li karê xwe dinêre.  Mirov, xweza, zindî ne xema wê ye. Tew ku welatekî bindest, mêtingeh ango “şerq” be, warekî wêrankirî be, hesabê can, giyan çi ye?

Bila bişeqitin ji vira herin!

Bila tirs û guman bibe serdest…

Bila herin welatên din ku ev der vala bibe ku talanî hesan bibe, ne wilo!

Lê hesab şaş e.

Ev der Dêrikê ye, xwedî vîna ji pola û têgihîştina hemdemî. Warê kevnar û kurdewar; him çandî, civakî, siyasî û him jî ronakbîrî. Mînaka welat tevî.

Dêrik wisa digot; em warê xwe bernadin, em û xaka xwe li hev pîroz in. Ji Xabê Adem dengvedida û ew pîroz dikirin ku xwedî vîn, soz û biryar in. Ji Bloka jî Kazim Xoce silav dida haziran.

Belê Dêrik xwedî ruhekî berxwedêr û zana ye.

Wisa digot.

Turcel bi gobiliya bayê êvarê, klamên azadî û evînê dida dilê Seyda û Mem Ararat.

Min jî serî ji berxwedêriyê re tewand.