6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê Pîroz Be

Ziman, axaftin, peyv… Mirovan bi dehan hezar sal berê kom bi kom qabîle bi qabîle dijiyan. Axaftin bêgûman yek ji liv û tevgera mirovan a herî kevnare ye û li gor lêkolînan jî bi pêşketina mirovan re axaftin jî gav bi gav pêş ketiye. Li gor lêkolîneran peyv, cara yekem bi alîkariya dengên xwezeyê ku wek onomatope tê binavkirin, derketine holê. Li gor hinên din jî peyv di encama texlîtên dengê ajalan de yan jî di encama jest û mîmîkan de derketine holê û pişt re jî vê yekê cihê xwe peyvan re hiştiye. Bêgûman her yek ji van tezan jî bingeha avakirina peyv ango axaftinê ye. Carinan bûye xweza, carinan bûye jest û mîmîk carinan jî ji dengê xwezayê feyz hatiye girtin. Dawiya dawî nêzî 4 milyon sal berê mirovan ji zimanê bi îşaretan derbasî axaftinê bûn û guherî. Di vê pêvajoyê de bi teknolojiya çêkirina amûran re pêşketinên girîng derkevin holê. Yani axaftin ango ziman ango peyv di serdema paleolîtîka jorîn a di navbera 50 – 10 hezar sal berê de pêk tê.

Jixwe ev dem jî wek tê zanîn ku dema rêwitiyê yekem a ji Geliyê Rîfta Afrîkayê ye. Fikirîn û axaftin taybetmendiyên mirovan ên herî balkêş in ku bi van, têkilî tên dayîn, çand tê avakirin û bi heman rengî mixabin tê xerakirin jî. Yanî têkiliya di navbera mirovan a bi herî bi bandor e ziman. bingeha têkiliyê ya nebê nabe ye. Mirov encex zanabûn, tecrube û her wiha çanda xwe bêgûman bi ziman dikare ji yên piştî xwe re bihêle. Ziman, her çiqas ku wek kirûyeke sosyolojik xuya bike jî aliyên wê yên psikolojîk, biyolojik û çandî jî hene û divê hê zêdetir bên lêkolînkirinê. Tê zanîn ku lêkolînerê amerîkî Noam Chomsky jî bi teoriya psîkolîngusitîkê dibêje ku her mirovek ji bo fêrbûna ziman bi awayekî genetîkî hatiye plankirinê. Yanî zimanzan Chomsky dibeje ku zarok hê di zikê dayika xwe de xwedî kabîliyeta axaftinê ne. Bi vî awayî jî zarok di bin kîjan şert û mercan de be jî ger ku li derdoran wan hin kes biaxivin ew jî dest bi axaftinê dikin.

Bi vê teoriyê em dikarin bêjin ku tu wateya ‘tabula Rassayê’ jî jixwe namîne. Helbet têkildarî arkeolojiya ziman gelek tişt hene û bi hezaran tez û dozîne hatine avakirin. Lê bêguman tişta herî bingehîn ew e ku civak çandê bi ziman hîn dibe. Wek rola sereke ya vî zimanî dide jiyîn jî dayik-jin bi xwe ye. Ji ber wê ye ku wek zimanê dayikê, zimanê zikmakî û hwd. tê pênasekirin.

Ji berê heta niha bi boneya pêkhatin û pêşxistina ziman gelek tişt hatin kirin, gelek teori, tez hatin nivîsîn. Lê mixabin her ku aqilê serdest pêşket têkilî û raya di navbera zimanan de, qels bû. Her roj ji roja din her çû pirengiya zimanan ji holê hat rakirin. Herî zêde jî hişmendiya mêtingeriyê  ziman û çandên cuda tune kirin. Lê bêgûman tu pergala serdest weke ya netewe dewletiyê çand û pirengiya li ser cîhanê tune nekiriye. Rewşa herî xopan vê pergalê ava kir. Tekparêzî xiste dewrê zimanên ne ji xwe, çandên ne wek ên xwe qirkirin, komkujî pêk anîn û di aşê asîmîlasyonê de hêrandin. Her çiqas ku ji ber sedemên wek şer, nexweşî, şewb û bapêşan hin ziman nemabin jî yên ku herî zêde ziman tunnekirine mêrsalarî, mêtingerî, tekparêzî, polîtîkayên tunnekirinê ne. Bi hezaran zimanên heyî her çiqas ku hatibin tunekirin jî hê jî li tevahiya cîhanê ji 7 hezaran zêdetir ziman hene û ev ziman îro li dijî mêtingerî, tekparêzî û bêgûman li hemberî zimanên serdest jî ji bo ku winda nebin li ber xwe didin. Yek ji van zimanan jî zimanê kurdî yê qedîm e. Di encama polîtîkayên netewe-dewletiyê de Kurdistan bû çar parçe.

Ji komkujî qirkiriinan heta koçberkirin û asîmîlasyonê, kurd rastî gelek bûyerên tunnekirinê hatin û hê jî tên. Li çar parçeyên Kurdistanê zimanê kurdî îro di bin polîtîkayên ereb, fars û tirkan de li ber xwe dide. Ev dewlet li gor şert û mercên xwe kiras li zimanê kurdî dikin. Li her parçeyekî Kurdistanê bi milyonan kurd hene û tu mafên wan ê bi zimanê zikmakî perwerdê bibînin tune ye. Kurd bi salane ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe li ber xwe didin û berdelên pir giran didin, tên qirkirin. Di bin banê Neteweyên Yekbûyî de Tevgera UNESCO’yê 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bi armanca ku pirrengiya zimanan bên parastin, îlan kir. Lê mixabin îro kurd ji bo ziman, çand û hebûna xwe diparêzin li ber devê kêrê ne lê ji van saziyên mafparêz ên navneteweyî ye re ne xem e. Di sedsala 21’emîn de stran, rojname, televizyon, pirtûkên me û çanda me tên qedexekirin lê ne xema van saziyên mafparêz in. Ji ber vê yekê jî divê kurd bibin yek û ziman, çand û hebûn û xwebûna xwe biparêzin.