spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (19 SIBAT 2022)

Çalakiyên malbatên girtiyên nexweş li Amed, Wan, Stenbol û Îzmirê didome. Tevlêbûna çalakiyan û serdana çalakgeran her ku diçe zêde dibe. Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş li Baroya Amedê di roja 96’an de berdewam kir. Malbat êdî dê ligel Baroya Amedê li pêş Edliyeya Amed, Girtîgeha Amed û Qadên din çalakiyên xwe berdewam bikin. Malbatên girtiyên nexweş ên li Wanê jî çalakiya “Nobeda Edaletê” li Baroya Wanê di roja 70’an de berdewam kir. Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatan ve li ber Baroya Îzmîrê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatine şewitandin hatî destpêkirin, di roja xwe ya 6’emîn de berdewam kir. Dayikên girtiyan bi pankartên bi nivîsa “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” nobeta xwe didomînin.

Kurd û dostên kurdan bi minasebeta 15’ê Sibatê roja komploya Navdewletî li gelek navendan çalakiyên girseyî li dar xistin. Li Belçîka, Fransa, Almanya, Heleb, Qamîşlo, Dêra Zorê, Şengal, Silêmanî, Wan, Stenbol, Êlih û gelek navendên din bi sed hezaran kurd û Kurdistanî daketin qadan û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Bi hezaran kurdên daketin qadê ji bo Ocalan azadî xwestin. Kurdan di çalakiyan de meşên dirêj li dar xistin û bang li Konseya Ewropa, CPT û hikûmetên dewletan kirin ku rol û reka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin.

Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê  de li Bazara Jiyanê ya li Baglara Amedê starta çalakiyan da. MED-DER, ji bo Hefteya Zimanê Zikmakî ya 17-23’ê Sibatê, dê çalakiyên rengîn li dar bixe. MED-DER’ê etîketên fêkiyan ên bi kurdî li bazarê belav kir û bi alên ‘Ez bi Kurdî dijîm’ li bazarê meşiya. Lê polîsan xwest girseyê asteng bike. Lê girseyê astengiya polîsan derbas kir û meşiya. Di çalakiyê de Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî wiha got: “Ji bo ku em bala gel bikişînin ser ziman, em ê hefteyekê çalakiyên cihê li dar bixin.” Çalakiyên MED-DER’ê dê heta 23’ê Sibatê bidome.

Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin, zêde dibin. Li Tirkiyeyê gelek rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkirine li girtîgehê ne. Hema bejin her roj rojnamegereke yan ji ber nûçeyên çêkirine yan jî parvekirinên xwe yên li ser medyayên dijital rastî sansür û binçavkirinan tên. Herî dawî di 14’ê Sibatê de nûçegihana ajansa mezopotamyayê Zeynep Durgut  li Şirnexê bi hinceta parvekirinên xwe medyaya dîjîtal û “şahidê nepen” hat binçavkirin. Gelek derdor bertek nîşanî binçavkirina Dûrgût da û banga berdana wê kirin. Dûrgût piştî sê rojan di 17’ê Sibatê de hat berdan. Têkildarî binçavkirinê Zeynep Dûrgût diyar kir ku hin kes ji rastiyan aciz in û destnîşan kir ku dê tu carî dev jê nivîsandina rastına bernede.