17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna çaralî li Moskovayê dest pê kir

Civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê li paytexta Rûsyayê Moskovê dest pê kir.

Civîna çaralî ya Wezîrên Karên Derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan, yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad û yê dewleta tirk  Mevlut Çavuşoglu li paytexta Rûsya Moskovayê dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye ku beriya îro civîna çaralî dest pê bike Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hêviya xwe anîbûn ziman ku civîna çaralî ya ku îro li Moskovayê bi wezîrên karên derve yên Sûriye, Tirkiye û Îranê dest pê were, bibe alîkar ku nexşerêyek baş derkeve. Ji bo nexşeyêyek ji bo pêkanîna peywendiyên Şam û Enqereyê were danîn. Lewre pêwîstî bi karê ji bo vegerandineke ewle ya penaberên sûrî heye û divê kontrola hemû axa Sûriyeyê vegere destê hikûmeta Sûriyeyê.

Ji aliyekî din ve Ajansa Sûrî duh ragihandibû ku Wezîrê Derve Feysel el-Miqdad dê li Moskovayê teqezî li ser wê yekê bike ku divê dawî li dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê were anîn û hemû hêzên biyanî yên neqanûnî ji axa Sûriyeyê derkevin.