6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’

Rauf Kocaman ku di gelek hilbijartinên berê de Serokatiya Lijneya Sindoqan kiriye, têkildarî bikaranîna dengan hişyarî da û wiha got: “Li sindoqên ku muşahid lê tune ne jî mafê gel heye ku hilbijartinan bişopîne.”

Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xwe ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê amade dikin. Hilbijartin di bin siya operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî rojnameger, hiqûqnas, hunermend û siyasetmedaran de tên lidarxistin. Yek ji rojeva esasî ya hilbijartinan jî ewlehiya sindoqan e.

Li gorî Projeya Dirustiya Hilbijartinê (Electoral Integrity Project) ku ji hêla Pippa Norris ve hatiye birêvebirin, Tirkiye di nava 165 welatan de di rêza 123’yan de cih digire. Nûçegihanê Ajansa  Mezopotamyayê Ferdî Bayram der heqê mijara ewlehiya sindoqan de bi Rauf Kocaman ku li Balikesîrê di nava xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de cih digire re axivî. Rauf Kocaman têkildarî ewlehiya sindoqan û tiştên ku divê di dema bikaranîna dengan de hilbijêr jê hişyar bin agahî da.

Amblema partıyê baş nas bikin

Kocaman ku di gelek hilbijartinên berê de Serokatiya Lijneya Sindoqan kiriye, got ku biryardariya hilbijêrên dikeve pêşiya her tiştekî û wiha domand: “Dibe ku hilbijêr li amblema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bigere. HDP, bi lîsteya Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê. Lewma divê li amblema ‘darê’ ya li ser pisûlayê hişyar bin. Pisûlaya serokkomariyê û ya parlamenteran ji hev cuda ne. Dibe ku hilbijêr vê xeletiyê bikin; dema wêneyê Kiliçdaroglû dibînin yekser mohra xwe hem li amblema CHP’ê û hem jî li ya Partiya Çepên Kesk bixin. Divê teqez vê xeletiyê nekin. Hilbijêrên derve ev xeletî kirine. Ev deng tên betalkirin. Di hilbijartina parlamenteriyê de em dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk. Lewma em dibêjin; ‘dengek bo Partiya Çepên Kesk, dengek bo Kemal Kiliçdaroglû.’”

Mafê îtîrazê yê hilbijêran heye

Herî dawî jî Kocaman ev hişyarî kirin: “Li cihên ku muşahid lê tune ne, mafê gel heye ku hilbijartinê bişopîne. Dema binpêkirinek hate kirin jî dikarin li cem rayedarê li wê derê îtîraz bikin. Dema deng tên hejmartin, divê lê were nihêrtin bê ka li girtekê rast hatine nivîsandin an na. Heke binpêkirin çêbibin jî mafê wan heye îtîraz bikin. Divê qada hilbijartinê neyê terikandin. Divê mirov piştrast be ku girteka sindoqê rast û dirust ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar re hatiye şandin. Di hilbijartinên berê de li cihên cerdevan lê serdest, jin û hilbijêrên din nekarin biçin ser sindoqan. Dengên wan tevan jî ji bo îktîdarê hatin dayîn. Di rewşên wiha de bila li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz bikin. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê me li her deverê parêzer peywirdar kirine.”