spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan dê bi tevî gel tecrîdê têk bibin

Di encamnameyê de mijarên di konferasnsê de bi giranî hatine destnîşankirin weke tecrîda li ser rêberê PKKê Abdûlah Ocalan û siyaseta dewletê ya şer derketine pêş

Meclisa Ciwanan a HDP’ê di 24-25ê kanûnê de Konferansa Xwe ya Asayî ya 3’yan LI Amed û Stenbolê pêk anî. Meclisa Ciwanan a HDP’ê encamnameya Konferansa Xwe ya Asayî ya 3’yan parve kir. Di encamnameyê de mijarên di konferasnsê de bi giranî hatine destnîşankirin weke tecrîda li ser rêberê PKKê Abdûlah Ocalan û siyaseta dewletê ya şer derketine pêş.

Tecrîd dewama komploya navneteweyî ye

Encamnameyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 24 salan bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin û ji ber polîtîkayên taybet di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîd, weke berdewama komploya navneteweyî û her wiha bi armanca tesfîyekirina têkoşîna azadiya kurdan tê domandin. Gelê kurd dê bi pêşengtiya ciwanan li hemberî faşîzmê li ber xwe bide, tecrîdê têk bibe û bi pergala kapîtalîst bide windakirin.”

Di encamnameyê de li ser polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP’ê tê sekinandin û bal tê kişandin ser bikaranîna çekên kîmyayî. Encamname der barê van polîtîkayan de wiha dibêje, “AKP – MHP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe, polîtîkayên şer weke tekane rê dibîne. Li hêlekê li şûna ku pirsgirêka kurdan bi awayekî demokratîk çareser bike, siyaseta xwe ya îmha û tunekirinê didomîne, li hêla din jî bênavber êrişên dagirkeriyê dibe ser Şoreşa Rojava. Desthilatdarî  êrişan dibe ser her cihê ku kurd lêne û sûcên şer dike. Li Herêma Kurdistanê delîlên xurt hene ku li wê derê çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Êrişa li ser Rojava û sûcên şer ên tên kirin dijminahiya li hemberî kurdan radixe ber çavan.”

Ciwan hedefa desthilatdariyê de ne

Encamnameya konferansa ciwanan cih daye polîtayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser ciwanan û li ser mijarê wiha derbiriye, “Desthilata şer a AKP-MHP’ê ya ku pê dizane, her ciwanê ku dixwaze xwe bi rê xistin bike, dike dijminê xwe bixwe. Bi tiryakê êrişî laşê wan û bi sîxûriyê êrişî hişê wan dike. Bi derewa azadiya takekesî û psîkolojiya tirsê êrişî ciwanan dike. Dixwaze ciwanan di nava pergalê de bigire û wan ji bo pergala xwe bike navgîn. Dixwaze bi polîtîkayên şer ên taybet ciwanan ji bo hemû armancên xwe yên qirêj amade bike. Desthilatdarî, jinên ciwan ên ku di pozîsyona pêşengên pêşengan de ne, hem ji ber ku ciwan in û hem jî ji ber ku jin in dike hedefa hemû polîtîkayên xwe yên qirêj.”

Encamname wiha bi dawî dibe, “Weke Meclisa Ciwanan a HDPê em ê li hemberî deshilatdariya şer a AKP-MHPê rêxistinbûna xwe mezin, têkoşîna xwe bilind bikin. Em vê yekê baş dizanin ku; ev çerxa faşîzan tenê bi têkoşîna ciwanan dê ji holê rabe. Em ê biguherînin û jiyana nû ava bikin.”