3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan ji bo azadiya Ocalan bi biryar in

Endama Komîteya Amadekar Jana Fricke ku ji Almanya beşdarî Konferansa Ciwanên Cîhanê bû, got ku ew di azadiya Ocalan de bi biryar in û armanc dikin ku fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Ocalan li cîhanê belav bikin

Konferana Ciwanan a Cîhanê li ser bingeha konferansên salên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê di 3-5’ê cotmehê de li Parîsa Fransayê bi dirûşma “Ciwan dîrokê dinivîsînin’ pêk hat. Konferans Ciwanên Cîhanê li avahiya Espace Nîemeyer a Parîsê pêk hat. Konferansê sê rojan berdewam kir. Li ser navê dîwanê Florîan Andre di destpêka konferansê de diyar kir ku ew vê konferansê diyarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin. Florîna Andre qala rabirdûya Konferansa Ciwanan a Cîhanê kir û wiha got: “Ev konferans sala 2015’an li paytexta Kurdistanê Amedê destpê kir. Piştre li paytexta berxwedanê Kobanê di sala 2019’an de hate lidarxistin. Di sala 2015’an de piştî konferansê dewleta tirk a faşîst li ser Kurdistanê şerekî mezin da destpêkirin. Di sala 2019’an de 6 meh piştî konferansa li Kobanê dewleta tirk Girê Spî dagir kir. Em vê konferansê diyarî lîderê vê şoreşê Abdullah Ocalan dikin ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye dikin.”

Jana Fricke têkildarî armanc û encama konferansê endama komîteya amadekar a ji Almanyayê beşdar bû ji rojnameya me re axivî. Jana Fricke anî ziman ku ew armanc dikin ku fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bikin.

Rol û rista ciwanan niqaş kirin

Jana Frîcke daxuyand ku armanca wan yekitiya ciwanên cîhanê ava bikin û felsefeya Ocalan li seranserê cîhanê belav bikin û wiha berdewam kir: “Di konferansê de niqaşên cur be cur pêk hatin. 15 komxebat pêk hatin. Li ser pirsgirêka ekolojî, Rojhilata Navîn û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” me niqaş pêş xistin. Me li ser peşengtiya jinên ciwan niqaş pêş xistin. Pêwîst e em bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em qêrîna “Jin jiyan azadî” tenê wekî dirûşme nabînin. Di heman demê de em wekî rêbaza azadkirina jinê dibînin. Dîsa em bêtir li ser rol û rista ciwanan jî rawestiyan. Nasnameya ciwanên şoreşger û dîroka wan rawestiyan.”

Biryara yekitiya ciwanên cîhanê

Jana Fricke da zanîn ku biryara herî girîng avakirina yekitiya ciwanên cîhanê bû û wiha axivî: “Ev pêşniyar di konferansê de hat girtin û bû biryar. Me xwest yekitiyeke mayînde ava bikin da ku piştre dîsa bêm cem hev. Me biryar da ku ji welatên din jî dawetname bişînin û ciwanên welatên din jî tev li vê yekitiyê bikin. Me biryar girt ku em konferansên din jî li dar bixin. Ev biryar ne tenê wekî gotin, wekî armanc hat girtin.”

Ji çar aliyê cîhanê ciwan hatin

Jana Fricke destnîşan kir ku ciwan ji çar aliyê cîhanê hatin tev li konferansê bûn û wiha pêde çû: “Ji welatê Malî yê Afrîkayê ciwan hatibûn. Ji gelên xwecîhî ji gelê mapuhiçî hatibûn. Ji Almanya, Holanda, Fransa û ji her derê welat hatin tev li konferansê bûn. Di konferansê de coş û kelecanek mezin hebû. Ciwanan fikrên xwe anîn ziman.”

Armanc azadiya Rêber Ocalan e

Jana Fricke li ser pirsa “Ciwan çawa li fikr û felsefeya Ocalan dinerin” jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Bi giştî em dikarin bêjin rol û rêbertiya Rêber Ocalan ji bo ciwanan pir girîng hat dîtin. Pêşengiya Rêber Ocalan girîng hat dîtin. Ez di konferansê de pir bi bandor bûm. Em mirovahiyê esas digirin. Ji ber vê yekê divê em bi her awayî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakiyan pêş bixin. Pêwîst e azadiya fizikî ya Rêber Ocalan bibe armanca yekem. Li ser vî esasî niqaş hatin kirin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo biryarên cur be cur hatin wergirtin. Niqaşên erênî pêş ketin.”

Ciwan ji bo azadiyê têdikoşin

Jana Fricke herî dawî li ser biryaran jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Di konferansê de biryarên girîng hatin girtin. Biryar hat girtin ku Rêber Apo di aliyê fizîkî de azad bikin. Hemû ciwanên cîhanê bi biryar in ku Rêber Apo azad bikin. Xeta ciwanên cîhanê ew bû ku Rêber Apo azad bikin. Armanca vê konferansê ew bû ku em fikr û felsefeyên Rêber Apo li hemû cihanê belav bikin. Ji bo azadiya fizîkî em bibin pratik û têkevin nava liv û tevgerê.”