3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekaran komkujiya Sînemaya Amûdê şermezar kir

Xwendekar û kadroyên perwerdeyê yên li Helebê şehîdên Komkujiya Şewata Sînemaya Amûdê bi bîr anîn û komkujî şermezar kir

13’yê Mijdarê  salvegera 63`an a Şewata Sînemaya Amûdê ye. Di komkujiyê de 283 zarokên ji navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê bûn qurbanî. Xwendekar, endamên Komîteya Perwerdeyê û Perwerdeya Civaka Demokratîk ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê li Dibistana Şehîd Cûdî Amanos a li Eşrefiyê kom bûn û daxuyaniyek da.

Xwendekara bi navê Sêvîn Îbrahîm daxuyanî da û bûyerên 13`ê Mijdara 1960`î şermezar kir. Sêvîn Îbrahîm anî ziman ku di wê rojê de bi sedan zarokên kurdan jiyana xwe ji dest dan û got: “Ev komkujî di çarçoveya rêzekomkujiyên pergalên şofînîst û dagirkerên Kurdistanê yên li djiî gelê Kurd de pêk hat. Em ê her tim daxwaza eşkerekirin û cezakirina berpirsên komkujiyê bidomînin.