6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Panosê banga ji bo ‘Meşa Azadiyê’

Rexistinên civakî li Patnosê civîna gel çêkirin û xwestin her kes beşdarî meşa Gemlikê bibin

Rêxistinên civakî li Panosê bi boneya banga tevlîbûna “Meşa Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikin, civîna gel li dar xist. Nûneran di civînê de xwestin her kes beşdarî meşa Gemlikê bibin.

Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hûnerê ya Serhedê ya li navçeya Panos a Agiriyê bi gel re civiyan. Beşdarên civînê li eywanê civîn pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” daliqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên Partiye Herêmên Demorkatîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Parlamenterê HEDEP’ê Sirri Sakik û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

 ‘Azadî ji Îmraliyê destpê dike’

Destpêkê Hevseroka MEBYA-DER’ ê ya Wanê Hanim Kaya axivî. Hanim, bal kişand li ser polîtîqayên kurd û Kurdistanê û got bi bedelên giran hatinê van rojan. Hanim, diyar kir ku ev têkoşîn 50 salin didome û wiha got: “Dayîkên şehîdan wateyek mezin didin vê têkoşînê. Em hemû deyndarê vê têkoşînê ne. Divê em hemû bedena xwe bidin holê û xwedî li Birêz Abdullah Ocalan û şehîdan derbikevin. Bi vê mebestê di 18’ê Mijdarê de ji bo Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em hemû Gelê Kurd vedixwînin meşê û em dibêjin ku werin tevlî meşa azadiyê bibin. Azadiya civakê azadiya Ocalan e. Azadî ji Îmraliyê dest pê dike.”

’25 sal in tu agahî jê nayê girtin’

Piştre Hevserokê TUHAY-DER’ê yê Wanê Çetîn Uyar jî destnîşan kir ku daxwaza Gelê Kurd azadiye û ji bo vê yekê li berxwe didin. Çetîn, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Divê malbatên me xwedî li Serok û zarokên xwe derbikevin. Divê em doza wan bişopînin. Ji Serokatî 25 salin tu agahî nayê girtin. Meş û daxuyanî têr nakin. Divê em hemû bikevin rêya Gemlîkê û dengê xwe bilind bikin. Heta Serok azad nebe divê xew nekeve çavên me. Rewşa girtîgehan nebaşe. Em ji bo hemû yan dengê xwe bilind bikin û em wan azad bikin. Xwedî derketinek mezin pêwîste. Em mîlyonan bikevin rêya Gemlîkê.18’ê Mijdarê de em hemû girtiyan azad bikin.”

‘Em dixwazin ev zilm bi dawî be’Dayîka Aştiyê Guneş Tozan jî wiha axivî: “Li ser me kurdan zext heye. Em dixwazin em zilma li ser kurdan bi dawî bibe.”

 ‘Em yekîtiya xwe ava bikin’

Hevserokê HEDEP’ê Ahmet Ege jî ev tiştan got: “Em ê ji vê şûnde li kesên ku bedel dane xwedî derbikevin. Em dest bidin destên wan û xeyalên hevalên xwe pêk bînin û aştiyê pêk bînin. Em nasnameya xwe kUrdan bi dest bixin. Ev peywira me hemûya ye ku em xwedî li vê yekê derbikevin. Em yêkitiya xwe ava bikin.”

Bername bi çepikan bi dawî bû