spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sion Dubbins: Kampanya dê zextan li ser Ewropa zêde bike

Endamê Însiyatîfa “Ji Ocalan re azadî” (Freedom for Ocalan) a li Brîtanyayê jî Simon Dubbins qala desteka sendîkayên Brîtanyayê ya ji bo kampanyayê kir û got: “Ev yek bi taybetî ji bo anîna cem hev a sendîkavan, akademîsyen, hiqûqnas, siyasetmedarên herêmî û neteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji gelek welatan, ji bo azadiya Birêz Ocalan însiyatîfeke mezin e

Gerînendeyê navneteweyî yê Sendîkaya Unite The Unionê ku yek ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên li Brîtanyayê ye Sion Dubbins, der barê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ji ANHA’yê re axivî.  Kampanyayê 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dest pê kiribû.

Endamê Însiyatîfa “Ji Ocalan re azadî” (Freedom for Ocalan) a li Brîtanyayê jî Simon Dubbins qala desteka sendîkayên Brîtanyayê ya ji bo kampanyayê kir û got: “Ev yek bi taybetî ji bo anîna cem hev a sendîkavan, akademîsyen, hiqûqnas, siyasetmedarên herêmî û neteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji gelek welatan, ji bo azadiya Birêz Ocalan însiyatîfeke mezin e. Kampanya nîşan dide ku ji bilî bidawîbûna tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo serbestberdana wî zext zêde dibin da ku bikare bi rola xwe ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd rabe.”

Kampanya dê li tevahiya ewropayê zextan zêde bike

Dubbins bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û anî ziman ku divê civata navneteweyî li dijî wê rabe. Dubbins nebûna hewldanên sazî û rêxistinên navneteweyî yên di vî warî de rexne kir û wiha axivî: “Ji Tebaxa 2019’an ve me dît ku şert û mercên li pêşberî birêz Ocalan girantir bûne. Ji wê demê heta niha nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û tenê axaftina wî ya telefonê ya bi birayê xwe re di Adara 2021’an de îspata vê yekê ye. Divê civata navneteweyî li dijî Tirkiyeyê rabe. Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heta niha di vî warî de gelekî kêm mane û tevî hin rexneyên li ser dan û standina bi birêz Ocalan re jî israr nekirine ku Tirkiye girêdayî rêbazên navneteweyî û navxweyî be. Têkildarî girtîbûna wî ya li gorî hiqûqa Tirk, bê guman ev kampanya dê ji her dera Ewropayê zextê li wan bike da ku hewcehiya gotinên xwe bi cih bînin.”

Bêdengiya li dijî kurdan

Simon Dubbins bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan û Rojava û got: “Ji bilî zextên li ser birêz Ocalan, dewleta Tirk êrişên xwe yên li derveyî sînorê xwe yên li hemberî gelê Kurd careke din dijwar dike. Êrişên dawîn ên li ser binesaziya Rojava hewldaneke aşkera ye ku Tirkiye êşên herî mezin bi welatiyên herêmê bide kişandin û rêveberiya demokratîk a ku nû li wir hatiye avakirin, têk bibe û bi vê yekê rê li ber vejandina DAIŞ’ê veke. Civata navneteweyî li gorî qanûnên navneteweyî xwedî erkeke din e da ku destwerdana parastina welatiyan bike û vejandina barbariya DAIŞ’ê rawestîne.”

Dubbins got civaka li Rojava hatiye avakirin xwe dispêre paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û baweriya gelê Kurd a bi wekheviya zayendî, demokrasî, azadî, aştî û edaleta civakî û wiha pê de çû: “Wek tevgera sendîkal em qîmetê didin van hemû tiştan û ji bo me jî girîng in. Piranîya welatên me wan wek mafên jîyanî û bingehîn dipejirînin. Li aliyê din, em êrişeke topyekûn a li dijî mafên sivîl, mafên mirovan û mafên karkeran ên li Tirkiyeyê dibînin; êriş li mafên jinan tên kirin, êriş li sendîkayên serbixwe tên kirin, êriş li mafên LGBTÎ’iyan tên kirin û êriş li azadiya ramanê tên kirin.”

Sendîka dê piştgiriya kampanyayê bidomîne

Dubbins destnîşan kir ku hêzên navneteweyî ji bo sekinandina dewleta Tirk têra xwe nakevin nava hewldanan û di dawiyê de wiha lê zêde kir: “Bi banga azadiya birêz Ocalan re banga parastina civaka li Rojava jî mezin dibe. Kampanyaya navneteweyî teqez dê feydeyekê çêke ku zext ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd were kirin û kampanyaya sendîkayan a Brîtanyayê dê desteka ji wê re bidomîne.”