17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê

Di hilbijartina 6’emîn Kongreya Awarte ya DBP’ê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê hatin hilbijartin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê 6’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Ji tecrîdê re na, aştî hema niha”, “Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ziwanê Kurdkî wa bibo ziwanê fermî” hatin daliqandin. Tevî Dayikên Aştiyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û welatî jî tev li kongreyê bûn.

Ji bo azadiya Ocalan bang kirin

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulderen Varli û Vezîr Coşkun ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û wiha got: “Gelê kurd, li dijî faşîzmê têdikoşe. Dewleta ku li dijî kurdan serî li her cureyên tundiyê dide, nekarî serî bi kurdan bide tewandin. Em ji bo pêşeroja xwe têdikoşin. Ev têkoşîn, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Em li ku dibin bila bibin dê tevî gelê xwe têbikoşin. DBP, li gel kesên li zindanan li ber xwe didin û ji bo ziman û azadiya gelê kurd têdikoşin e. Li dijî tecrîda li ser gelê kurd û rêbertiya wê, em ê li her qadê li ber xwe bidin. Heta ku birêz Ocalan û gelê kurd azad dibin jî ev têkoşîn dê bidome. Em ê teqez bi ser kevin.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku xwedî tecrûbeyeke têkoşînê ya zêdetirî 30 salan e û ev tişt anî ziman: “Di vê rêyê de me bi sedan hevalên xwe winda kirin. Em îro bi saya têkoşîna wan rêya xwe didomînin. Weke DBP’ê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Niha li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Weke DBP’ê em bibiryar in ku vê tecrîdê têk bibin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dewletên kapîtalîst îro dixwazin gelê kurd tune bikni. Ji ber vê yekê em ê ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd têbikoşin. Em ê van berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.”

Tev li meşa Gemlîkê bibin

Parlamenter Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di konferans DBP’ê ya Amedê de ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê hatibû pêşniyarkirin jî axivî. Uçar, bal kişand ser têkoşîna zêdetirî 100 salan a gelê kurd û wiha domand: “Divê ev berxwedan bi destê gelê kurd li Kurdistanê bigihije merheleyeke mezintir . Ya ku guherîna rejîma li Tirkiyeyê diyar dike, pirsgirêka kurd e. Pênasekirina tecrîdê ya weke bêhiqûqtiyê, bi tena serê xwe kêm dimîne. Ev, polîtîkaya dewletê ye. Dixwazin çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Îmraliyê hefs bikin. Banga min ji bo her kesên li Tirkiyeyê ji bo wekheviyên têdikoşin ew e ku di 18’ê mijdarê de tev li Meşa Gemlîkê bibin. Têkbirina tecrîda li ser birêz Ocalan, tê wateya çareserkirina pirssgirêka kurd a sedsalî.”

Piştî axaftinan, raporên xebat û maliyeyê hatin xwendin. Piştre jî hilbijartin hate kirin. Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî hatin hilbijartin. Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.