17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanê îranî piştî binçavkirinê xwe intîhar kir

piştî ku hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê Arşiya Îmameqlî  Zade serbest berdan li pey wê bi 2 rojan xwe intîhar kir.

Di van herdu rojên dawî de çîroka xwekuştina ciwanê 16 salî bûbû yek ji rojevên sereke yên  gelê Îranê . Ciwanê bi navê Arşiya Îmameqlî Zade yê ji xelkê Culfaya Azerbeycana rojava, bi tewana ku şaşika zilamekî ji serê wî xistiye hatibû girtin û 10 rojan li ba hêzên ewlekariya Îranê di bin çavan de mabû.  Li gorî daxuyaniya Meclisa Kordînasyona Mamosteyên Îranê. Piştî ku hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê Arşiya Îmameqlî  Zade serbest berdan li pey wê bi 2 rojan xwe intîhar kir.

Her wiha li gorî agahiyên ku malpera Îran International ji cîranên malbata Zade bi dest xistiye, piştî wê jî hêzên ewlekariyê gef li malbata Zade xwarine û gotine divê der barê vê bûyerê de hûn tu gotinekê nekin yan na hûnê zirareke mezin bibînin.

Hêjayî gotinê ye ku di serê her kesî bi dehan pirs çêdibin gelo di wan 10 rojên binçavkirina vî ciwanî de hêzên ewlekariyê işkenceyeke çawa lê kirine ku wî ciwanî ber bi intîharê re bajo? Lewre jî heke malbat an jî dost û hevalên wî ciwanî hin agahiyan nedin dê kesek nizanibe çi bi serê wî kirine û sedema xwekuştina wî çi bûye. Lê tiştê ku aşkera û berbiçav xuya dike ku sedema wê xwekuştinê binçavkirin û 10 rojên işkenceya ku hêzên ewlekariyê lê kirine ye.