4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şanoya kurdî bi 10 komên şanoyê berxwedana xwe didomîne!

Şanoger Yavûz Akkûzû, der barê rewşa şanoya kurdî de axivî û got ku di pêvajoya şer û qedexeyên li ser zimanê kurdî de hebûna 10 komên şanoyê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berxwedaneke mezin e

Rêveberê Şanoya Bajar a Amede ku piştî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di meha sibatê ya sala 2017’an de hat avakirin şanoger Yavûz Akkûzû ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mahmût Altintaş re axivî û der barê rewşa şanoya kurdî de nirxandinên girîng kirin. Yavûz Akkûzû, diyar kir ku li bajarên Amed, Wan, Êlih ên bakurê Kurdistanê û Stenbolê 10 komên şanoyê yên kurdî hene û hebûna 10 komên şanoyê yên kurdî di pêvajoya şer û qedexeyên li ser kurdî de berxwedaneke mezin e.

Akkûzû, bi lêv kir ku tişta ku 10 komên şanoyê li ser lingan dihêle hişmendiya polîtîk e û wiha got: “Heke ew zext û zilm li kê bûbûna niha li holê nediman, lê ya kurdan li dijî qedexekirinan bertek e û dixwazin tiştekî ava bikin. Ji ber wê jî gelek bi wate ye.”

Li Kurdistanê şanoya kurdî

Ji bo rewşa şanoyê ya li parçeyên din ên Kurdistanê jî Akkûzû ev agahî dan: “Mixabin em şanoya li Rojava tenê li ser medyaya sanal dikarin bişopînin, ne ew dikarin werin ne jî em dikarin biçin. Li Başûr jî 2 festîvalên mezin ên şanoyê tên li darxistin; yek li Kerkûkê tê li darxistin a din jî li Hewlerê tê li darxistin. Ya li Hewlerê navneteweyî ye, ji ber wê em nikarin wekî şanoya kurdî pênase bikin, lê ya li Kerkûkê şanoya kurdî ye. Li Rojhilat jî li Seqizê festîvalên Şanoyê tên lidarxistin îsal jî festîvalek li dar xistin. Ew ji bo şanoya kurdî festîvaleke gelek mezin e.”

Şanoya alternatîf

Akkûzû, der barê şanoya altîrnatîf a li dijî şanoya elîtîst û burjûwaziyê de jî nirxandin kirn û ev tişt anîn ziman: “Hemû huner weke qada elîtîst tê xuyakirin û heta demekê jî di destê burjûwayê de bû. lê sekneke xurt li dijî vê yekê derket û niha rêya xwe dibîne. Şanoyên polîtîk û alternatîf derketin. Li dijî mantika arîstokrat û bûrjûwaziyê derketin. Her çi qas şanoya elîtîst û bûrjûwaziyê hebe jî li dijî wê alternatîfek jî derketiye û di dîrokê de cihê xwe girtiyê û niha jî dijî. Her dû li dijî hev şer dikin û her tim jî wê şer bikin. Şanoya kurdî jî li dijî mantiqa arîstoteryal gelek karan dike, lê bi mantiqa arîstoteryel jî şanoyên klasîk dilîzê. Em şanoyên ku bi mantika êlîtîst dilîzin jî li gor xwe wê elîtîzmê derdixin û dilîzin.”

Dijderketina şanoya bûrjûvaziyê

Di berdewamê de Akkûzû, destnîşan kir ku hewldanên wan ên li dijî şanoya bûrjûwazî û elîtîzmê hene û wiha pê de çû: “Li Kurdistanê carekê me şanoya sûkê çêkir, lê dadgehê ew asteng kir û qedexe kir. Yanî li vir şanoya derve ya di nav civakê de tuneye. Ji Tirkiyeyê tune ye, li Kurdistanê jî qet tuneye û tê qedexekirin. Li dijî tundiyan û binçavkirinan jî em dikarin şanoyên li derva di nav civakê de li dar bixin, lê divê di vê pêvajoyê de em li ser pêyan bisekinin. Ji ber ku li vir hişmendiyeke bi kurdî ava dibe. Li gorî vê demê ew ji bo kurdan û kurdî şoreşek e. Xwezî ew şano di nava civakê de bihata lîstin û belav bûbûna. Ev xwesteka me ye jî, lê mixabin rastiyeke Tirkiye ye û qedexe hene. Ne ku ji ber tirsê em vê yekê nakin, heke em bikin û sibê komên şanoya kurdî bên girtin û li vî welatî şanoya kurdî tunebe, ev têkçûyîne. Li vir niha berxwedanek heye. Di pêşiya me de lîstika Kela Dimdimê heye di wê lîstikê de pêvajoya ku kurd di nav de derbas dibin em ê bilîzin.  Lê ya ku derdikeve pêş komedî ye ew jî dibe sedema gotinên, ‘şanoya kurdî karên elîtîst dike.’ Dibe ku ev rexne di cih de bin, lê li gorî derfetan ew rexne neheqî ye.”

Rol û mîsyona hunermendan

Akkûzû, bi lêv kir ku rol û mîsyona hunermendan di nav civakê de pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rol û misyona hunerê ji bo rewşê her tim hebe. Ji vegotina şer û aloziyên ku kurd di nav de dijîn em weke şano ji bo vê rol û misyona xwe qels in. Lê di şanoya Kela Dimdimê de armanca me vegotina wan mijaran e. Mijara me têkçûyina kurdan a ji ber nebûna yekîtiyê ye. Berê helbet, wêne an jî lîstik bandora xwe li ser civakê pir zêde bû, lê niha di cîhanê de tişteke wisa tune ye. Şano an jî qadên hunerê yên din çi qas pir bin bandora xwe ew qas zêde dibe. Mînak bombebarandina li ser Rojavayê ez wekî şanoger çi qas bikim rojev û bilîzim bandor nake, lê heke bi sedan qada hûnerê, yek wêneyê wan bikşîne, yek filmê wan çêbike, yek helbest binivîse û yek jî strana wê bibêje bandora wê zêdetir be. Ev jî giredayî statûbûna kurdî ye.”

‘Tevî zextan jî em karê xwe dikin’

Ji bo zor û zextên dewletê yên li ser ziman, çand û hunera kurdî jî Akkûzû ev nirxandin kirin: “Weke xebatên me yên li Akademiya Cegerxwîn, Akademiya Aram Tîgran û li Navenda Çand û Hunerê ya Nûdaya Wanê wê li Mêrdînê jî çêbûbûna û wê li Kurdistanê li her derê belav bûbûna û hunermend wê zêde bûbûna. Lê polîtikayên bişaftinê û li dijî aştiyê her tişt xirab kir. Ew akademî hatin girtin, kom belav bûn. Desthilata Tirkiyeyê ew hêza hunerê dît û pêşî lê girt. Lê heke em li dijî vê nesekinin û gilî û gazinan bikin ji xwe em dê tune bibin. Yanî bandora xwe zêdetir li ser derfet û aboriyê bû. Bi rêya şeredariyan, me li gundan şano li dar dixistin, niha ew derfet ji dest me hatine girtin, di saloneke mezin de me şano li dar dixist, lê niha di saloneke biçûk de em dilîzin. Li sûkan me lîstikên zarokan dilîst, lê niha nikarin nikare xwedî bandoreke bi vî awayî be. Lê li dijî vê yekê hê jî şano tên li dar xistin, dibistan tên avakirin, sînema karê xwe dike û her wiha muzîk jî bi heman awayî karê xwe berdewam dike. Ew sekin pir bi qîmet e.”

Bernameya meha kanûnê

Akkûzû, tekildarî bernameya wan a meha kanûnê jî ev agahî dan: “Di meha Kanûnê de 3 lîstikên me hene; Dek û Dolabên Scapen, Don Kîxot û Tartuffe. Ev her sê lîstik jî dê li salona me bê lîstin û xebateke me ya tûrneyê ya Êlihê heye. Temaşevan her tim tên hemû lîstikên me. Em bawerim dê dîsa salon tije bibin. Xwedîderketina temaşevanan a li şanoya kurdî xurt e.”