19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Hesekê li dijî tevkariya PDK′ê meşiyan

Ciwanên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li dijî tevkariya PDK′ê ya Tirkiyeyê re meşiyan û tevkariya PDK’ê şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şaxê Til Temirê, li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê remeşek girseyî li dar xist. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên tevgerê,  endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn. Meş ji pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir. Di meşê de pankartên “Hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dijbertiya tevahî gelan e”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Bimre xiyanet” vekirin û bê navber dirûşm berz kirin. Meş li dawiya taxa Şehîd Azad veguherî mîtîngê. Li vir endamê Rêveber a Tevgera Ciwanên Şorşeger a Sûriyeyê-Şaxê Til Temirê Haşim Ebdulqadir daxuyanî xwend.

Ciwanan di daxuyaniyê de tevkariya domdar a PDK′ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kirin û gotin: “PDK′ê, hevalên me yên têkoşer ên li çiyayên Kurdistanê dorpêç dike da ku dewleta tirk a faşîst razî bike. PDK′ê bi MÎT′ê re koordîne dike û kordînatên cihên gerîlayan dide dagirkeran.”

Ciwanan tifaqên îstîxbaratên Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de jî şermezar kirin û got: “Li hemberî hemû cûreyên xiyanet û dagirkeriyê em yek in. Em bang li tevahî tevgerên ciwanan ên li her aliyên Kurdistanê dikin ku ji bo ji rizgarkirina Kurdistanê têkoşînê xurt bikin.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bimre xiyaneta PDK” û “Na ji xiyanetê re” bi dawî bû.