21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber bêqanûniyên ku tên kirin dadger jî matmayî ma

Di danişîna doza nûçegihanê MA’yê Ergîn Çaglar ku dema “Meşa Gemlîkê” dişopand hatibû binçavkirin û derbarê wî de doz hate vekirin de, dadger matmayî ma ku bûyer veguheriye dozê û mafên bingehîn ên rojnamevantiyê bi bîr xistin

Sazî û dezgehên kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin di 12’ê hezîranê de meş li dar xistibûn. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ergîn Çaglar û nûçegihana Jinnewsê Rozerîn Gultekîn ku baskê meşê yê Bûrsayê dişopandin hatibûn binçavkirin û berdan. Derbarê Çaglar û Gultekîn de bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” doz hate vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 58’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê hate dîtin.

Çaglar û parêzerê wî Siyabend Dûnlayici di danişînê de amade bûn.

Dadger: Em bi çi re mijûl dibin

Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Dadgerê ku îdianameya dozger têkildarî bûyerê amadekirî xwend bi gotina “Em bi çi ve mijûl dibin” li dijî doza hatiye vekirin matmayî ma.

Çaglar li ser vê yekê bi van gotinan bersiva dadger da: “Me gelek xwepêşandan şopandin. Ez jî matmayî mam ku ev bûyer veguherî dozê.” Çaglar ê îfadeya xwe ya li miduriyeta polîsan dubare kir, da zanîn ku ne wekî çalakgerekî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî li wê derê bû. Çaglar, anî ziman ku tevî hem li qadê hem li miduriyeta polîsan qertê xwe yê çapemeniyê nîşan daye jî polîsan guhdariya wî nekiriye, bi lez û bez ew binçavkiriye û wiha got: “Piştî ku me fêhm kir daxuyanî nayê dayîn me ji polîsan re got ku em dixwazin ji qadê derkevin. Lê polîsan gef li me xwar ku dê me binçav bikin û pişt re binçav kirin.” Çaglar, sûcdariyên lê tên kirin qebûl nekirin û daxwaza beraeta xwe kir.

Piştî Çaglar parêzer Dûnlayici, bal kişand ku xebatên rojnamevaniyê yên muwekîlê wî hatine astengkirin û daxwaza beraeta Çaglar kir.

‘Tu dikarî doza tazmînatê û giliyê polîsan jî bikî’

Piştî parastinan dadger ji Çaglar re bi gotinên “Weke çalakgerekî jî dikarîbû beşdar bibûya. Her wiha ji ber ku xebatên pîşeyî hatine astengkirin û di bin çavan de mayî mafê te yê daxwaza tazmînatê bikî û giliyê polîsan bikî jî heye” mafên wî yên bingehîn jî bi bîr xist.

Piştî parastinan dadgehê derbarê dosyayê de biryara bêpeywîriyê da û dosya şand 29’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Bûrsayê.