3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Minbicê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Ciwanên kantona Minbicê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyî pêk anîn û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê meşek meşaleyê li dar xist. Di meşê de komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat tidir. şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir. Di meşê de endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Werzîşê beşdar bûn. Meşê ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi navenda tevgera ciwanan ve bi rê ket. Li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan Cîhan Behcet axivî û wiha got: “Hemû dewletên kapîtalîst û zordest ji bo têkbirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûn yek. Ji ber ku fikrên wî di rizgarkirina jinan ji bindestiyê de bi ser ket û hêvî da gelên azadîxwaz. Dewleta Tirk a dagirker û pergalên zordest ên girêdayî wê bawer kirin ku bi girtina Rêber Abdullah Ocalan re ew ê têkoşîna me rawestînin, lê ew bi bin ketin. Berovajî wê hêza me bi fikrên Rêbertî zêdetir bû û ew êdî nikarin roja me tarî bikin.”
Cîhan Behcet soza domandina berxwedanê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir. Meş bi siloganên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.