3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel ji bo azadiyê bêsebr e

Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salih Kûday anî ziman ku meşa wan a azadiyê tenê bi 15 rojan bi sînorkirî namîne û dê piştî 15’ê sibatê bi çalakiyên cudatir têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

Di 10’ê cotmeha 2023’an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li tevahiya cîhanê hat destpêkirin. Li bakurê Kurdistanê jî li Qers û Wanê ji du milan ve Meşa Mezin a Azadiyê bi tevlêbûna 75 rêwiyên Azadiyê dest pê kir û meş bi coşek mezin didome. Têkildarî armanca meşê û eleqeya li hemberî meşê Hevserokê MEBYA-DER’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday nerînên xwe bi rojnameya me re parve kir.

Hevserokê MEBYA-DER’ê ya Mêrdînê Salîh kuday, anî ziman ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgireka kurd re çareseriya siyasî” li çar parçeyê Kurdistanê û tevahiya cîhanê hat destpêkirin û wiha got: “Ev pêngava ku îro li cîhanê belav bûye em wê silav dikin. Di serî de em bibêjin biryara vê pêngavê dereng hatiye stendin. Diviya bû ev biryar zûde hatibûya stendin. Eger ku dostên kurdan û kurdan li tevahiya Ewropa û cîhanê dest bi vê pêngavê kirine, sedemek wê heye. Sedema wê fikr û ramanên Birêz Abdullah Ocalan e. Îro fikra Birêz Ocalan û paradigmaya Modernîteya Demokratîk ne tenê li nava kurdan, li tevahiya cihanê belav bûye. Ji ber vê fikr û felsefeya wî îro Birêz Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, Îro Rêberê hemû cîhanê ye.”

Armanca hemû meşan azadî ye

Salîh kuday li ser têkiliya meşa li Ewropa û Kurdistanê jî rawestiya û wiha axivî: “Me di 1’ê Sibatê de ji 2 şaxan dest bi meşe kir. Şaxek me ji Wanê û şaxek me ji Qersê dest bi meşe kir. Ji bo ev tecrîda giran û mutlaq a li ser Birêz Abdullah Ocalan didome, bi dawî bibe me dest bi vê meşe kiriye. Zêdeyî 3 sal in parêzer, malbat û wasiyên Birêz Ocalan nikarin biçîn Îmraliyê û nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji ber agahî ji Birêz Ocalan û girtiyên din nayê girtin, fikar û gumanên civakê û gel pir pir zêde bûne. Ji ber vê yekê jî divê ev tecrîd rabe. Ne tenê rakirina tecrîdê, divê êdî Birêz Ocalan bi awayekî fizîkî di nava me de be. Meşa ku me di 1’ê sibatê de dest pê kir, Pêngava 10’ê cotmehê û meşa ku li Ewropa ji bo 25 rojan dest pê kiriye tev hevdu temam dikin.”

75 kes sembol e

Salîh Kuday, bal kişand ser wateya tevlêbûna 75 rêwiyên Meşa Azadiyê û wiha berdewam kir: “Sedema tevlêbûna 75 kesan a meşê; îro Birêz Abdullah Ocalan di 75 saliya xwe de ye. Lê hêj girtî ye û tecrîdkirî ye. Ji ber vê yekê jî me 75 kesan dest bi vê meşe kiriye.”

Bo azadiyê sir û  sermaye nas nakin

Kuday, çavdêriyên xwe yên li ser Meşa Azadiyê jî anîn ziman û wiha domand: “Me di 1’ê sibatê de ji Qersê dest bi meşe kir, Me hefteyek li pey xwe hişt. Em ji Qersê derbasî Îdir, Agirî û navçeyên Agirî bûn. Em derbasî navçeyên Mûşê, Çewlîk, Xarpêt û Dêrsimê bûn. Di van rojan de çiqas sir û serma hebû jî me meşa xwe berdewam kir. Çiqas berf, bahoz û serma hebe jî gel bêyî sir û sermayê guhdar bike, bi coş û germahiyek pir zêde me pêşwazî dike. Me bi xwe hêvî nedikir ku ev coş, kelecan, pêşwazîkirina germ û girseyî pêş bikeve. Dema mijar dibe jiyana Serokatiyê û Birêz Abdullah Ocalan, nerîn û coşa gel pir cuda ye. Gel pir bi coş û girseyî em pêşwazi kirin. Ji ber vê yekê jî Em pir kêfşweş in ku baweriya gel bi temamî ji me û civakê heye. Gel bawer dike ku tecrîda li ser Birêz Ocalan saetek beriya saetekê dê rabe.”

Bandora tecrîdê niqaş dikin

Kuday bilêv kir ku ew di rêwîtiya xwe de qala tecrîdê dikin û wiha lê zêde kir: “Tecrîd çi ye. Bandora tecrîdê li ser civakê çi ye. Bandora tecrîdê ya li ser aliyê siyasî, aborî û civakî çi ye? Dîsa bandorek çawa li ser dîplomasiyê dike. Em van mijaran niqaş dikin.”

Li ser şopa Mazlum û Hayrî dimeşin

Salih Kuday, bibîr xist ku ew di rêwîtiya xwe de derbasî navçeya Qep’ê ku warê Mazlum Dogan e bûn û wiha  pêde çû: “Me Hayrî Durmuş û Mazlum Dogan bibîr anîn. Piştî meşa li Sêrt û Êlihê em ê di 13’ê Sibatê de li Amedê bigêjin hev û di 15’ê Sibatê de herdu şaxên meşê bi hevre derbasî Xalfetiyê bibin. Em dê di 15’ê Sibatê de li bajarê Rihayê warê Birêz Abdullah Ocalan bin.

Gel azadiya Ocalan dixwaze

Meşa me tenê bi 15 rojan bi sînor namîne. Ev pêngavek e. Bi çalakiyên cur be cur dê berdewam bike.  Bendewarî û heviyên gel jî di vî warî de ye. Gel jî dema me pêşwazî dike, êdî dixwaze saetek berî saetekê tecrîd bi dawî bibe. Dixwaze demek berî demekê Birêz Ocalan azad bibe û di nava xwe de bibînin. Gel bi vê bîr û baweriyê bi coş, germahî û kelecanek pir mezin me pêşwazî dike. Bendewariya ji bo azadiya Birêz Ocalan pir zêde ye.”