17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Til Hemîsê: Em ê bi fikrên Ocalan Sûriyeya demokratîk ava bikin

Ciwanên Til Hemîsê hedefgirtina Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Minbicê şermezar kir û soz dan ku hewldanên pêşxistina civakê û avakirina Sûriyeya demokratîk û azad li ser bingeha fikrên Ocalan berdewam bikin

Bi dehan ciwanên Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê, endamên saziyên sivîl, meclisên navçeyê li pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û têkildarî hedefgirtina navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Minbicê daxuyaniyek da. Endamê tevgerê şaxê Til Hemîsê Xeys El Îbrahîm daxuyanî xwend û hedefgirtina navendê şermezar kir. El Îbrahîm anî ziman ku ciwan, hêza çalak a civakan e û wiha got: “Di pêşxistin û avakirina wan de roleke sereke dilîze.” El Îbrahîm diyar kir ku hedefgirtina navenda ciwanan, wan ji têkoşînê dûr naxe lê belê îsrara wan a li ser berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan û hewldanên şikandina vîna wan, zêde dike.

El Îbrahîm herî dawî soz da ku li ser şopa fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hewldanên pêşxistina civakan û avakirina Sûriyeya demokratîk û azad berdewam bikin.