2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Xezayê îro Lûtkeya Awarte tê lidarxistin

Şandeyên fermî yên ku ji bo tevlêbûna lûtkeya awarte ya ji bo Xezayê bibin hatin paytexta Erebistanê Siûdî Riyadê berê xwe didin cihê civîna lûtkeyê

Li hember rewşên awarte yên ku li Xezayê diqewimin û piştî şêwirîna bi Komkara Dewletên Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî re, Qraliyeta Erebistana Siûdî  îro lidarxistina “Lûtkeya Hevbeş a Erebî-Îslamî” ya awarte li Riyadê ragihand.

Her wiha hate bibîrxistin ku lûtke li şûna “Lûtkeya Erebî ya awarte” û “Lûtkeya Awarte ya Îslamî” tê kirin.

Ev yek di demekê de tê ku rêberên hemû welatan girîngiya yekkirina hewlan û gihandina helwestek hevbeş a ku îradeya hevbeş a Ereban diyar dike der barê geşedanên xeternak yên li Xezayê û deverên Filistînê ku ji bo rûbirûbûna wan pêwîstî bi yekîtiya Erebî û Îslamî heye, tê dîtin.

Civîn bi wê armancê ye ku welatên erebî û islamî helwestewke hevbeş li dijî êrîşên Israîlê ên li ser Xezayê û hemû gelê Filistînê nîşan bidin.