15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çiya Kurd: Êrişa li ser Şengalê berdewama fermanên êzidiyan e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd êrişên artêşa Iraqê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Şengalê ji ANHA’yê re nirxandin. Çiya Kurd anî ziman ku di dîrokê de gelek planên qirkirinê li dijî civaka êzidî hatin kirin û wiha got: “a dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat. Civaka êzidî kiryarên ku DAIŞ’ê û alîkarên wê li dijî wê pêk anîne ji bîr nekirine. Birîna êzidiyan hîna nehatiye pêçandin. Nemaze ku gelek gorên komî li Şengalê hene û nehatin naskirin. Ligel ku bi hezaran jin, zarok û kesên bi temen bûne qurbanî, ji demeke dirêj ve gelê Şengalê careke din rastî gefên qirkirin û koçberkirinê tê.”

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser armanca êrişên dawî yên li ser Şengalê û wiha axivî: “Mixabin, di van rojan de artêşa Iraqê Şengal dorpêç kiriye û êrişên berfireh bi hemû cure çekên giran li dijî wê pêk tîne. Armanca ji van êrişan ji tevahî armancên qirkirin yên li ser civaka êzidî hatine kirine, ne dûr e. Armanc ew e ku îradeya Şengalê bişkînin, taybetmendiyên wê têk bibin. Dixwazin mîna tevahî qirkirinên berê, careke din qirkirinê pêk bînin. Careke din xelkê Şengalê li pêşberî planeke xeternak in ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve hebûna wê dike armanc. Ev plan bi lihevkirinekê bi hêzên herêmî û xwecihî têne kirin bêyî tu sedemên wê yên rewa hebin. Ligel ku di destûra Iraqê de mafên hemû etnîk, çand û olên civaka Iraqê tên misogerkirin jî, artêşa Iraqê êrişî Şengalê dike. Ev êriş eşkere li dijî destûrê ye. Nexasim ku Şengal beşeke sereke ji dîrok û nasnameya Iraqê ye.”

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku berdewamiya mîna van êrişan dê mîna qirkirinekê be û wiha bi dawî kir: “Li şûna ku hikumet û artêşa Iraqê bi erkên xwe yên niştimanî û qanûnî rabin û destekê bidin civaka êzidî û wê biparêze, dijberî ve yekê bi zextên derve qanûn û destûrê binpê dikin. Ev yek xizmeta berjewendiyên niştimanî yên Iraqê nakin. Ev êrîş diyar dike ku planeke qirêj heye ku dixwaze Rêveberiya Şengalê têk bibin. Şengal li hemberî qirkirinan sekinî û terora DAIŞ têk bir. Ev dide diyarkirin ku komployek ji bo qirkirina gelên herêmê di nav de êzidî heye ku navenda wê li Tirkiyê ye. Civata navneteweyî xwedî berpirsiyar e ku zû bikeve tevgerê û nehêle komkujî pêk were. Serkeftina li dijî DAIŞ’ê xaleke dîrokî bû. Ji bo rêgirtina li ber her tevgereke bi guman divê piştevaniya Şengalê were kirin. Şengal wê ne bi tenê be. Çi erk bikeve ser me em ê pêk bînin û destekê bidin şêniyên xwe yên li Şengalê. Mîna berê, em Şengal bi tenê li hemberî qirkirinê nahêlin. Armanca vê planê ji Şengalê mezintir e. Bi êzidiyan tenê sînordar namîne. Lê wê gelemperiya herêmê bigire nav xwe.”