spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî aqilê mêrperest jin li ser piyan e

Di dayîna biryara şer de dîrok jî nîşanî me dide ku mêran ango hişmendiya mêrperest hertim li pêş in û şer dane destpêkirinê. Cihê ku mirovahî winda dike û her diçe pêşiya xwe nabîne jî destpêka ku jin tune tên hesibandin û destpêka avakirina dewletê ye. Ji wê demê ve ji avakirina hişmendiya mêrperestiyê ve şer tên kirin, welat tên xerakirin û avakirin, xweza tê talankirin.

Di şerê cîhanê yê sêyemîn de jî bi heman şêwaz û hişmendiyê dîsa yên ku şer dixwazin, şer pêş dixin, civaka tune dikin, xwezayê tune dikin hişmendiya mêrperest a ku berjewendiyên xwe li ser her tiştî digire. Li Rojhilata Navîn ji bo ku desthilatdariya mêr, cihê xwe, berjewendiyê xwe biparêze û aqilê xwe yê serdest li ser civakan ferz bike her cûreyên êrîş, tundî, tunehesibandinê dixe meriyetê.

Her tişt ji bo berjewendiyan e

Dewletên hegemonîk yên wek Ingilistan, Amerîka û hwd jî ji bo cihê xwe li Rojhilata Navîn firehtir bikin bi hevalbedên xwe yên li Rojhilata Navîn re carinan li hev dikin, carinan şer dikin, carinan qaşo li dijî şer derdikevin û dawiya dawî her tiştî jî ji bo berjewendiyên xwe dikin. Dema dilê van hêzên hegemonîk bixwaze her tişt ji bo wan rewa ye û her rê û rêbazî dikarin bikar bînin. Kesên ku li dijî wan disekinin, pergala wan a kapîtalîst deşifre dikin -ew dewletên qaşo demokratîk-, hemû qetliam, êrîş û bikaranîna çekên kîmyewî wek tişteke ji rêzê dibînin. Ev yek di gelek mînakên di şerê cîhanê yê yekem, yê duyem derkete holê û niha di ya sêyem de jî derdikeve holê.

Paradigmaya jinwarî

Di şerê cîhanê yê sêyem de di encama aqilê mêrperest de Rojhilata Navîn îro bi her awayî di nav qeyraneke kûr de ye. Ji aliyekî ve Amerîka û Ingilistan û hêzên din ên hegemonîk li pey berjewendiyên xwe ketine, dewletên herêmî jî ketine pey ku dê cihê xwe, koltuxê çawa biparêzin. Li aliyê din jî hêzên ku 50 sal in bi perspektîfa ‘azadiya Rojhilata Navîn bi azadiya kurd û Kurdistanê pêkan e’ derketine rê û li dijî van hêzên hegemonîk ên ku tenê berjewendiyên xwe diparêzin şer dikin, bêyî hesabên şexsî, bêyî berjewendiyên takekesî li ber xwe didin û paradîgmayeke ku jin di serî de esas tê girtin, ava dikin.
Dema em bala xwe didin şerê ku bi destê hêzên hegemonîk îro li Rojhilata Navîn tê pêşxistinê pêdivî bi berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê bi her awayî derdikeve holê. Rastiya vê yekê herî zêde xwe bi mînaka Afganistanê li nav rûyê me da. Rastiya din jî ew e ku hêzên wek Ingilistanê îro Tirkiye dane pêşiya xwe û bi vê yekê êrîşî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Kurêjahroyê dikin. Bi salane ku Tirkiye jî PDK’ê dide pêşiya xwe û berê xwe dide ser axa Başûr. Li her carê gaveke din paşdetir diavêje. Ew aqilê mêrperestiyê di şer de her çiqas israr dike êrîşên xwe piralî dike; çekên kîmyewî bikar tîne rê û rêbazên dijmirovî pêk tîne.

Bi pêşengtiya jinan

Dawiya dawî êrîşên di 17’ê nîsanê de hatine destpêkirin jî dê ji yê din ne cudatir bin. Her çiqas ku Tirkiye bi hevkariya malbata Barzanî ji aliyekî êrîşên xwe li Rojava, Şengal û herêmên Zap û Kurêjahro zêdetir bike jî êdî gelê kurd van durûtî û hevkariya PDK’ê dibîne û qebûl nake. Êdî li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin. Kurd li hundir û derveyî welat îxaneta PDK’ê bi meqabên zer protesto dike. Her wiha Li Silopya ya Şirnexê gel li dijî şerê Tirkiye û PDK’ê heya sînorê deriyê Xabûrê meşiya. Welatiyên ku ji bajarên Mêrdîn, Amed, Êlih, Sêrt, Dîlok û Rihayê jî hatin li bajarokê Tilqebînê kom bûn. Li Rojava gel li ser piyan e.

‘Kurdistan yek e’

Bi taybetî jî herî zêde gelê Başûr li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê derdikevin û bi pêşengtiya jinan, bi rojane ku li Xaneqîn, Silêmanî, Hewlêrê û hwd li qadan e û dengê xwe bilind dikin. Dayik li ser sînorên Silopyayê bang dikin, jinên li Başûr li Silêmanî, Xaneqîn, Hewlerê û Şengalê dengê xwe bilind dikin, li Rojava dengê dayikên kurd bilind dibe. Bi kurtasî aqilê merpêrest her çiqas di şer û xiyanetê de israr bike; jinên kurd jî di yekitiya Kurdistanê de bi israr in û dibêjin ‘Kurdistan yek e’.