spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cotkar ji randiman û buhayê pembû nerazî ne

Cotkarên pembû yên Bismilê, destnîşan kirin ku randimana pembû li gorî salên borî kêm e û ev gazinc kirin: “Gelek caran tiştên ku em dikirin û bi kar tînin maliyeta xwe dernaxin.”

Li navçeya Bismilê ya Amedê berhevkirina pembû ku di meha îlonê de dest pê kiribû didome û cotkar ji randimanê ne memnûn in. Bi armanca ku pirsgirêkên cotkarên pembû dijîn bişopînin weke rojname em çûn navçeya Bismilê û pêvajoya berhevkirina pembû di cih de şopand. Li gundê Develî yê navçeyê em bi cotkaran re hatin gelhev û li ser pirsgirêkan wan axivîn. Li gorî cotkaran randimana pembû li ber salên borî kêm e. Cotkar ji bihayê mazot û gubreya ku ji bo çandina pembû bi kar tînin jî gelek bi gazin in. Cotkar destpêkê pembûyê xwe ji nav erd berhev dikin û bi traktoran dibin kargeha pembû ya li heman gundî. Li vir pembû û dendika xwe ji hev tên veqetandin. Pişte re jî pembû tê balyekirin û ji kargehên çirçir û ben re û dendik jî ji kargehên rûn re tên şandin.

Cotkar Orhan Yaman, diyar kir ku wan domina erdê lê pembû çandina sala borî bi 850-900 îcare kirine û wiha got: “Em bi serê biharê re dest bi cotkirina erdan dikin û pembû diavêjin. Piştî pembû şîn dibe em gubre dikin. Her cara ku bihayê gubreye zêde dibe bandoreke mezin li me dibe. Niha tona gubre gihîştiye 17-18 hezarî. Me sala borî kîloya dendikên pembû jî bi 90-100 lîreyî kirî. Îsal çiqas be hê ne diyar e. Em kîloya pembû jî bi 17-18 lîreyî difiroşin. Ji bo berhevkirinê jî em bîçeran ji der ve digirin. Serê berhevkirina donima erd jî 900 lîreyî dest pê dike heta hezar lîreyî diçe.”

Qalîte buhayê wê diyar dike

Di berdewamê de Yaman, destnîşan kir ku piştî ku pembûyê xwe berhev dikin dibin kargehê û der barê mijarê de ev agahî dan: “Makîneyên kargehê pembû û dendikê ji hev didine qetandinê. Pembû dibe balye û ji kargehên tesktîlê û ben re tê şandin û dendik jî ji kargehên rûn re tê şandin. Pembûyê balyekirî kîloya wî li gorî qalîteyê bi 40-45 lîreyî û dendik jî kîloya wî bi 6.5 lîreyî tê firotin.”

Cotkar Mursel Demîr jî destnîşan kir ku ji ber buhayê tiştan zêde dibe weke berê kes bi hêsanî cotkarî nake û wiha got: “Gelek caran tiştên ku em dikirin û bi kar tînin maliyeta xwe dernaxin. Dewlet bi xwe jî vê yekê baş dizane. Herî kêm 20 parlementerên AKP’ê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê karê cotkariyê dikin. Ew bixwe jî dizanin ku ev rewş cotkaran xelas nake. Dîsa jî qet dengên xwe dernaxin. Sala borî maliyet bi 14 lîreyî bû, lê îsal her tişt ji sedî pêncî zêde bûye. Niha jî kîloya pembû bi 18 lîreyî tê firotin. Cotkaran ji xwe re mecbûr dibînin. Gelo ew ê cotkar çawa bikaribin cotkariyê bikin? Ji yewmiya karkeran bigire heta mozat, berhevkirin û ceyranê her tişt zem bûye. DEDAŞ jî êdî ruhê miletê standiye.”

Di dawiya axaftina xwe de Demîr, da zanîn ku randimana pembû îsal li gorî salên boprî kêm e û ev tişt got: “Bihayê berhevkirina donima erdên pembû ne em Serokê Odeya Çandiniyê ya Bismilê diyar dike. Cotkar jî xwe li gorî vê eyar dikin. Sala borî me mazotê bi 15-18’an dikirî lê îsal em mazotê bi 37-40’î dikirin. Yewmiya karkeran sala borî bi 170 bû îsal bûye 315 lîre. Em kedeke baş li pembû dikin lê gelek erzan difiroşin. Her sal randiman baş bû. Îsal randiman gelekî kêm e. Her donimek erd 450-500 kîlo diavêje. Hinek cih hene tenê 130-250 kîlo diavêjin.”