27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cotyar Kakeyî: Eger Tirkiye Metînayê dagir bike dê Silêmaniyê jî dagir bike

Nivîskar Cotyar Kakeyî der barê armanca êrişên dewleta tirk de anî ziman ku niha dewleta tirk dixwaze li Avaşîn û Metînayê cihên stratejîk bigre û wiha got: “Eger bikare van cihan dagir bike, dê piştre dest bi dagirkirina Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê  jî bike.”

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re didome. Nivîskar û Helbestvanê Kakeyî Xelef Seîd ku bi Cotyar Kakeyî tê naskirin ji Ajansa ROJNEWS’ê re axivî.

Cotyar Kakeyî destnîşan kir ku gelek giringe niha kurd li beramberî dijmin xwediyê yek helwest û siyasetê bin û wiha got: “Dewleta tirk hewil dide Kurdistanê têxe rewşeke xeter. Tişta ku dewleta tirk niha li Behdînanê dike, ji enfal û karesatên di dema Sedam Huseyin de bi serê me de anîn xirabtire.”

‘Eger Avaşîn Zap û Metîna dagir bike, dê Hewler û Silêmaniyê jî dagir bike’

Cotyar Kakeyî anî ziman ku dîrokê vê yekê piştrastkiriye ku dagirker bi girtina gir û çiyayek tenê ranawestin û wiha domand: “Niha dewleta tirk dixwaze li Avaşîn û Metînayê cihên stratejîk bigire. Eger bikare van cihan û dagir bike, bê guman dê piştre dest bi dagirkirina Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê  jî bike. Ji bona wê ev şerê man û nemanê ye. Divê hemû kurd li dijî dagirkeriya tirk yekbin û rabin.”

Nivîskar Cotyar Kakeyî daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk erka xwe pêkbîne û wiha axivî: “Divê serokê Herêmê rê nede ku tu hêzên kurd xiyanetê û hevkariya dagirkeriya tirk bike. Divê hewil bide bi rêya Iraqê rê li pêşiya dewleta tirk bigre û rêkarên zagonî li beramberî Tirkiyeyê bigre.”

Cotyar Kakeyî  herî dawî xwest kurd li dijî dewleta tirk, ji bo piştgiriya gerîla xwepêşandan û çalakiyên mezin bikin û wiha got: “Eger dijmin welatê me dagir bike, em ê tev zerarê bibînin. Dijmin tu cûdahiyê  naxe navber Bozî, Kakeyî, Îslam û Mesîhiyan. Hemû kurdin û armanca dijmin tunekirina kurd û Kurdistanê ye.”