10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Katalonyayê êrîşên dewleta tirk şermezar kir

Berdevkên Desteya Parlamentoya Katalonyayê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de daxuxaniyek da û diyar kir ku dinya çavê xwe ji êrîşkariya Erdogan re digire, xwîn zêdetir dirije, mirov koç dikin û bêîstîqrarî çêdibe.

Berdevkên Desteya Parlamentoya Katalonyayê di axaftina xwe de bal kişand ser nêzikatiya Erdogan a li hemberî şerê di navbera Rûsya-Ukraynayê û wiha got: “Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan di şerê Ukraynayê de hem hewl dide ku bibe navbeynkar û bi vî awayî xwe wek yekî aştîxwaz bide nişandan, hem jî li dijî başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke leşkeri ya berfireh kir. Armanca dewleta tirk valakirina herêmê ye û pişt re jî dixwaze dagir bike. Rêgeza Sereke ya dewleta tirk û Erdogan, li dijî gelê kurd polîtîkaya înkarkirinê û şer e. Hewldanên Erdogan ên navbeynkariyê jî ji bo veşartina polîtîkaya şer û qirkirinê ya li ser Kurdistanê û herêmê ye.”

Desteyê destnîşan kir ku Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de ji bo dagirkirina axa Başûr dest bi êrîşan kiriye û ev tişt anî ziman: “Hêzên Leşkerî yên tirk di vê tevgera derveyê sînoran a dijqanûnî de, top, balafirên şer, balafirên şer ên bêmirov û helîkopteran bi kar tîne û bi helîkopteran hêzên bejahiyê leşkeran sewqê herêman dike. Hêzên tirk hewil didin ku dagirkeriya xwe ji Zapê heta bi Metîna û Avaşîn-Basyanê berfereh bikin. Bikaranîna çekên giran û hêzên bêjahiyê ji bo tevahiya herêmê gefeke cidî ye û ev yekîtiya kurdên li her cihê Kurdistan û Dîasporayê bersivek e li dijî êrîşkariyê.”

Her wiha Desteyê di axaftina xwe bal kişand ser pîrozbahiya Newroza 2022’an jî û wiha pêde çû: “Di pîrozbahiya Newroza 2022’an de sekna yekitiya neteweyiya kurd hebû. Ev peyam di Newrozê de ji aliyê 10 mîlyonan ve bi yek dengî hat parvekirin. Bi heman awayî ev bersiva kurdan a ji bo Erdogan bû ku ji Erdogan re gotin em ê serî li ber wehşet û siyaseta îmhakirinê daneynin. Ji pîrozbahiyê Newrozê vir ve îşkence û kuştina girtiyên siyasî yên kurd, êrîşên li dijî avahiyên HDP zêde bûne. Her wiha êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûne.”

Desteyê da zanîn ku azadiya tevahiya Tirkiyeyê bi ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêkan e û wiha domand: “Bi milyonan kurdan îfade kir ku aştiya li Tirkiye û herêmê tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Serbest berdana gelek girtiyên siyasî wek ku wê di mînaka Osman Kavala de bihê dîtin, wê tevkariyê li çêbûna aştiyê bike.”

Berdevkên Desteya Parlamentoya Katalonyayê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên li jor anîn ziman ev xalên ku bi piştgiriya partiyên ERÇ, JxCat, CUP, NCGĞi COMUNS di serokatiya parlamentoyê de hat qebûlkirin rêz kirin;

– Neteweyên Yekbûyî, NATO, YE, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ereban jî di nav de, em bang li hemû hikumet û saziyên navneteweyî dikin ku bi lez û bez li dijî tevgera leşkerî dijhuqûqî ya dewleta tirk a li ser herêmên Şikefta Birîndaran, Kurojahro, Çiyayê Reş û Zapê yên li başûrê Kurdistanê bi lez û bez tevdîran bigrin.

– Em tifaqa siyasî YE û welatên endamên bi Tirkiyeyê re şermezar dikin û ji dewleta Îspanyayê dixwazin ku hew alav û amûrên leşkerî ji dewleta Tirk re peyde bike.

– Em vê êrîşkariyê bi aşkerehî şermezar dikin û dibêjin ku bila Tirkiye leşkerên xwe ji başûrê Kurdistanê vekişîne.

– Banga me li partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên aştiyê, sendîkavan û aktîvîstan ew e ku li hemberê êrîşkariya dewleta tirk rabin.

– Em parastina rewabûna partiyên kurd ên ji bo parastina berjewendî, maf û azadiya welatiyên kurd bi awayekî demokratik têdikoşin, dikin.