2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Covîd-19 li Amedê gelekî zêde bûye

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran diyar kir ku hejmara pêketiyên covîd-19’ê ji ya ku tê eşkerekirin pir zêdetir e û got, li bajêr ji 2 kesên testê dikin yek jê pozîtîf e.

Zêdebûna hejmara pêketiyên Covîd-19’ê zêde dibe. Di vê meha dawî de, hejmara pêketiyan bi qasî heft qatî zêde bûye. Li gorî daneyên herî dawî yên heftane yên Wezareta Tenduristiyê, di navbera 27’ê Hezîranê û 3’ê Tîrmehê de 57 hezar û 113 kes bi şewba koronayê ketine. Ji van kesan 25 kes jî mirine.

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran ragihand ku hejmara pêketiyan ji ya tê ragihandin zêdetir e. Tûran da zanîn ku li Amedê hejmara pêketiyan zêde bûye û got:  “Ji ber ku dane bi me re nayên parvekirin daneyên me zelal nîn in. Lê belê li gorî agahiyên ku em ji hevkarên xwe digirin, piştî giliyê ji 2 kesên ku testê dikin testa kesekî/ê pozîtîf e.”

Tûran bibîr xist ku piraniya tevdîrên Covîd-19’ê di serê meha Adarê de hatine betalkirin û got: “Wezaretê şertê testê jî veguherand; kî bixwaze wê bike. Ev rewş di nava mirovan de wekî ‘pandemî bi dawî bû’ hat fêmkirin. Ji ber vê, têgihîştina mirovan a ji bo xetereyê jî guherî. Wekî din, di dawiya Nîsanê de, sepana mecbûriyeta maskeyê ya di wesayîtên veguhestina giştî de jî bi dawî bû. Pandemî neqediyaye, lê atmosferek mîna ku qediyaye hatiye afirandin.”

Tûran destnîşan kir ku bi rakirina tevdîran re hejmara pêketiyan jî zêde bûye û ji bo vê got: “Tevdîrên ku havînê ji bo sektora tûrîzmê hatin rakirin bû sedema zêdebûna pêketiyan. Ji bo vê jî divê mirov dest ji tevdîrên xwe bernede. Em maskeyan bi kar bînin, em pir neçin cihên sîrkulasyona hewayê lê kêm e, em hay ji paqijiya xwe hebin. Helbet ev tenê bi tevdîrên şexsî nabe, divê cemawerî jî di vî warî de tevbigere.”