4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biden: Bikaranîna hêzê jî bijateyeke li dijî Îranê

Serokê DYA’ê Joe Biden hevdîtinên xwe yên li Israîlê berdewam dike. Di çavçoveya vê serdanê de îro Biden bi serokwezîrê Israîlê  Yair Lapid re hevdîtin kir. Biden û Lapid peymana hevkariyê ya bi navê peymana Qudsê imze kirin.

DYA’yê di her firsendê de behsa ewlekariya Israîlê dike û piştgiriya xwe ya ji Israîlê dubare dike. Lê di mijara diyaloga bi Îranê re fikra herdu welatan cuda ye. DYA’yê dixwaze bi rêyên diyalog û dîplomasiya bi Îranê re mijara pêşîgirtina li bidestxistina çekên nukleerî bigire lê Israîlê dibêje divê gavên din ku di nav de bikaranîna hêza leşkerî jî hebe ji bo pêşîgirtina li Îranê bên avêtin.

Biden di axaftina xwe ya bi Yair Lapid de dîsa piştgiriya xwe ya ji bo Israîlê anî ziman û wiha got: “Dê Îranê tucaran nebe xwedî çekên nukleerî, Washingtonê bi hemû hêza xwe li hemberî wê yekê radiweste ku Îranê bibe xwedî çekên nukleerî, di nava bijartekên me de bikaranîna hêzê jî heye wekî çareya dawî.”

Her wiha Biden got ku rêya herî baş ji bo pêşîgirtina Îranê rêyên diyalog û dîplomasiyê ne lê wiha jî berdewamî da axaftina û got: “Emê heta bi hetayê li hêviya bersiva Îranê ranewestin, divê Îranê dest ji biçekirina rêxistinê terorîst berde, em dixwazin ku aramî û ewlekariya Rojhilata Navîn misoger bikin.”

Her wiha li gorî daxuyaniya nivîsgeha serokwezîrê Israîlê, Yair Lapid ji Joe Biden re gotiye ku divê dest ji peymana nukleerî ya bi Îranê re berde û zextên xwe li ser rejîma Îranê zêdetir bike”  Her wiha Yair Lapid spasiya Joe Biden kiriye ku wî şertê Îranê yê derxistina (Parêzvanên Şoreşa Îranê) ji lîsteya terorê qebûl nekiriye.