3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Sirîlankayê serokek nû hildibijêre

Serokê Parlamentoya Sirîlankayê da xuyakirin ku serokê berê Gotabaya Rajabaksa bi rengekî qanûnî istîfa kiriye û dê parlamento di nava 7 rojan de serokek din hilbijêre. Heftiya borî piştî ku xwepêşandêran êrîşî mala serokê Sirîlankayê kir, ew reviyabû derveyî welat.

Li ser pirsa rojnamegeran a der barê istîfakirina serokê Sirîlankayê bi rêya e-peyamê, Serokê parlamentoya Sirîlankayê Mahînda Yaba Abîwerana ji rojnamegeran re wiha got: ”istîfakirina wî bi rengekî qanûnî pêk hatiye, wî ji Sîngapûrê bi rêya e-postayê istîfaya xwe ragihandiye.”

Li gorî destûra Sirîlankayê dê serokwezîr Ranel Wiker şûna serokê istîfakirî bigire heta ku hilbijartinên nû werin kirin.

Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandêran daxwza istîfakirina serokwezîr jî dikir û Sirîlankayê di rewşeke aborî ya gelekî xirab de ye.

Piştî nûçeya istîfakirina serokê Sirîlankayê xwepêşandêr hêdî hêdî  xwe ji derdora Qesra Serokatiyê û serokwezîrtiyê vedikişînin. Li gorî malpera El Arabia berdevkekî xwepêşandêran wiha rewşa xwepêşandanan nirxandiye û gotiye: ”Em ê xwe ji qesra serokatiyê û deverên din vekişînin lê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”