4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Me çi dît û çi nedît!

Apê Mûsa, rû û por spî, her wiha cil û bergê wê jî spî bûn. Beriya şehîd bikeve, partiya DEP’ê li navçeya Esenyurt a Stenbolê şahiyek amade kiribû, Apê Mûsa jî wek axaftvan beşdar bûbû. Bi cilên spî, dengekî têr û wek bapîrê me çend gotin û nesîhat da ciwanan û gel. Hevalekî nizanim bi zanebûn an jî ji ber xwe ve bi hesteke bikeder got, Apê Mûsa bi van cilan kefenê xwe li xwe kiriye, diyar e di navbera xwe û pergalê de pirek afirandiye, bêtirs û bêhesab gotinên xwe di[1]bêje. Wê demê me zêde wate neda wan gotinan, lê du meh şûnde Apê Mûsa qetil kirin. Wê rojê Apê Mûsa çi gotibû? Gotinên Apê Mûsa wekî îro tê bîra min û wiha gotibû; “Ev desthilatdarên tirk dibêjin em ê gerîla biqedînin, lê hûn jî dizanin gerîla di şer de dişibe çi? Weke deşteke bêser û ber, mêş û meşelokan, ew ê çep lêxin, rast lêxin û wê têkevin difna te û guhê te. Yanî şerê wan ê bi gerîla re bê[1]wate ye. Ya rast di riya çareseriyê de avêtina gavên demokratîk in.” Her wiha şîret li ciwanan kir ku; bi aqilane tev bigerin, bi ilmî û zanistî li mijaran temaşe bikin.

Rojnameya Ozgur Ulkeyê di 1993’yan de bi destê hêzên dewletê hatibû desteserkirin. Di vê desteserkirinê de hemû xebatkar û nivîskar hatibûn destgîrkirin. Her wiha, deriyê rojnameyê jî hatibû mohrkirin û li ber derî jî du polîs hatibûn danîn da ku kes neyê mohrê jê veneke, xwedî li kilûpelê rojnameyê yên mane dernekevin û tê de nexebitin.

Cihê rojnameyê li Aksaraya Stenbolê bû. Kolan û riyên diçûn rojnameyê ji hêla polîsan ve hatibûn girtin. Aligîrê rojnameyê, dost û welatparêz li derdora kolanên diçin rojnameyê heta êvarê çep û rast li hev dizîvirîn. Lê ji aliyekî din ve jî dost û hogirên rojê ketibûn nava liv û tevgerê. Li avahiyeke din amadekariya derxistina rojnameyê dikirin.

Roja din Rojnameya Ozgur Ulke, bi manşeta ‘Li se riya xwe berdewam (Yola devam)’ derketibû. Wê demê Gerînendeya Giştî ya rojnameyê Gurbetellî Ersoz bû. Li wir gelek nivîskar û xebatkarên hêja hebûn.

Rojekê hevala hêja Gurbetellî Ersoz weke panelîst beşdarî paneleke ku li Stenbolê pêk hat, bû. Di panelê de qala serpêhatiya dema girtinê û pêvajoya lê[1]pirsînê kir û got: “Di roja duyem de ber[1]pirsê MÎT’ê yê Stenbolê hat û bang min û Ferda Çetîn kir. Hejmara nû ya rojnameyê avêt ber me, dema me rojname dît, em matmayî man, me li hev temaşe kir. Berpirsê MîT`ê got: ‘Ev çi ye û çawa derket? Dîsa hûn wekî berpirsê rojnameyê destnîşan kirine’. Me jî jê re got: ‘We xebatkarê çayxaneyê jî derxist derve, ma em ê çi bêjin!’ Li ser vê bersiva me, berpisê MÎT`ê heta demekê bêdeng li me temaşe kir û got: ‘Em her roj bihatina cenazeyên esker û polîsên xwe ne rehet in, em her roj bi hatina rojnameya we ne rehet in’. Hevdîtin bi dawî bû, wê demê em gihîştin encamê ku karê me bê çendî girîng e.”

Paşê di zivistana 1994’an de Rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin. Di encamê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz şehîd bû. Ersîn Yildiz kesekî azerî bû. Yanî ne kurd bû. Bi deh hezaran kurd li taxa Gazî ya Stenbolê cenazeyê Yildiz rakirin. Wê demê bavê Yildiz, bi dengekî jixwebawer got: “Kurê min di oxira heqîqetê û serfiraziyê de şehîd bû. Bila serê gelê kurd û tirk sax be.”

Di kolanên bajarên welat de, generalên biçûk ên Apê Mûsa, ji zarokên 8 salî heta 14 salî bûn lingên belavkirina rojname û kovaran. Wê demê hizbil kontrayên li ser fermana serokwezîrê wê demê daketin kolanan û bi satoran êrîşî generalên Apê Mûsa dikirin. Lê genaralên Apê Mûsa diçûn cihê ku hevalên wan lê ketine rojnameyên di nava xwînê de radikirin û digihandin xwendevanan.

Wê demê rojnameyek û kovarek hebû. Her wiha kovarên wêjeyî yên NÇM û Enstîtuya Kurdî derdiketin. Bêguman rojnameyên bizavên çepgirên kurd jî derdiketin. Lê ji bo dewletê yên bi “talûke” Ozgur Ulke û Ozgur Halk bûn. Rojname û kovarên din jî di bin zextan de bûn, lê sator ji ser şah damarê wan danediketin.

Li Stenbolê dayikeke kurd kovara Ozgur Halkê dixe bin çengên xwe, neviyê xwe Baran ê 3-4 salî dida kêleka xwe û di nava bazarê de dimeşiyan. Hertim digot ‘Kuro Baran were vir, bêdeng be` diaxivî û di bin çavan de esnafên bazarê dişopand. Navê Baran bala kê dikişand hema berê xwe dida wan û digotin: “Kurê min ma tu kurd î? Wexta digot erê hema dayê ji bin çengên xwe kovara Ozgur Halkê derdixist û dida wan. Yanî dapîr, bapîr û nevî, kur û bûk bi hev re ketibûn govenda têkoşîna azadiyê.

Paşê televîzyon derket, demekê dewletê sêlên stalaytan kom dikirin û dişkandin. Çi dikirin jî nikarîbûn weşana MED TV’yê asteng bikin. Ji bo bêdengkirina MED TV çûn ber lingê NATO’yê, Ewropayê. Ewropa ji bo berjewendiyên xwe televîzyon girt.

Îro jî êrîşî çapemeniya azad kirin, ev êrîş plankirî û li gorî stratejiya çongdanîna Tevgera Azadiyê pêk hat. Ev 7 sal in her şêwazê êrîşên hovane li ser gelê kurd û têkoşerên azadiyê dimeşînin, lê dîsa jî tu encamekê bi dest naxin. Berevajiya vê yekê her qadên têkoşînê mezintir bûn, firehtir bûn. Rêbazên nû çavkaniyên nû hatin peydakirin, meşa şoreşê bênavber didome. Di vê tekoşînê de qada herî diyarker qada bîrûbaweriyê ye û di nava qada ragihandinê de jî ya herî girîng heqîqeta ragihandinê ye. Ji ber vê yekê dijminê gelê kurd jî vê qadê wek hedefeke stratejîk hilbijart û operasyon dan destpêkirin. Yanî wê ji îro şûnde jî ev qada taybet jî qada çapemeniyê bibe hedefa sereke. Ji ber ku AKP-MHP û kirêgirên wan PDK li hemberî têkoşîna bizava azadiyê têk çûne. Stratejiya çongdanînê deşîfre bû û rol û mîsyona PDK’ê ya di vê stratejiyê de aşkera bû.

Di encamê de zarokên ku di dema Apê Mûsa de ji dayik bûbûn an jî hê ji dayik nebûbûn, li ser şopa Apê Mûsa û generalên wî dimeşin. Êdî bûne bi milyonan, ma kî dikare çerxa teşiya kurd bide sekinandin?