17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnamegerên girtî îro daxuyanî tê dayîn

Di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojan  di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger bi biryara dadgehê hatibûn girtin. Di ser girtina rojnamegeran de mehek derbas bû. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) wê îro li Amedê têkildarî girtina 16 rojnamegeran  daxuyaniyekê bidin.

Daxuyaniya ku wê nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tev lê bibin, dê sibê saet di 17.00’an de li ber avahiya DFG’ê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê bê dayîn.

Di heman demê de îro li Mêrsin û Stenbolê jî bi heman armancê bi boneya derbasbûna mehekê di ser girtina 16 rojnamegeran de daxuyanî tê dayîn.