spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PZK’ê Mîr Celadet Bedirxan bi bîr anî

Platforma Zimanê Kurdî (PZK), di 71’emîn salvegera wefata wî de Mîr Celadet Bedirxan bi daxuyaniyeke niviskî bi bîr anî. PZK’ê diyar ku bi wefata Mîr Celadet roja reş ezmanên Kurdistanê gelekî xemgîn kiriye û di daxuyaniya de behsa kar û xebat û girîngiya Mîr Celadet hatiye kirin. Daxuyaniya PZK’ê wiha berdewam dike: “Di wê roja tarî de gelê kurd bi rêzdarî xebata Mîr Celadet bibîr dianî. Xebatên wî di ber çavan re derbas dikirin. Baş tê zanîn ku Mir Celadet di şert û mercên gelek dijwar de xatir ji kurdan xwestibû. Piştî xebateke dûr û dirêj, kedeke bê westan, bawerî bi doza gelê xwe, giringdayîna ziman, çand û karê rewşenbîrî Mir Celadet jî weke hemû rewşenbîrên kurd, bi kesereke kûr di ser dil de ji nava kurdan bar kiribû. Hemû kurd bi hev re jî beşdarî kesera Mîr Celadet dibûn. Bayê xemgîniyê jî li seranserê Kurdistanê belav dibû û di hiş û bîra kurdan de hestên welatperweriyê hîn geştir dikirin.”

Hawar dengê zanînê ye

Di daxuyaniya de PZK’ê bal kişandiye ser nivîsên Mîr Celadet Bedirxan ên di Kovara Hawarê de û wiha pê de çûye: “Rewşenbîrê hêja di pêşgotina Kovara Hawarê de ku di 1932’an de dest bi weşanê kiribû, daxwaz û ramanên xwe bi vî rengî vedigot. Di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de daxwaz û ramanên kurdewar bi zimanekî hêsan wiha anîbûn ser kaxezê: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin.”

‘Kurdbûn bê zimanê kurdî nabe.’

Di berdewama daxuyaniyê de PZK’ê bi lêv kir ku dê hemû qadên jiyanê bi zimanê kurdî bixemilînin û wiha berdewamî daye daxuyaniya xwe: “ Platforma Zimanê Kurdî bi erka xwe ya bingehîn dizane ku xebata Mir Celadet Bedirxan û hemû rêhavalên wî ku ji bona geşkirina zimanê kurdî destpê kiribûn, dê bi sebr û hevbeşî berdewam bike. Karê ziman karekî hevbeş e û bê xebata siyasi qet nabe. Ji ber wê em weke PZK’e dibêjin; welatperwerî bê zimanê kurdî nabe. Siyaseta kurdî bê zimanê kurdî nabe. Nasnameya kurdî bê zimanê kurdî nabe. Têkoşîna ji bona mafê kurdan bê zimanê kurdî nabe. Kurdbûn bê zimanê kurdî nabe. Zimanê kurdî di nava tevgera kurdî de divê bibe rengê hemû kurdan. Ji ber ku zimanê kurdî bi rastî hebûna me ye. Hebûna neteweya me ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de PZK’ê sersaxî ji malbata Bedirxan û gelê kurd re xwest in.