19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeh dixwaze bersûcan biparêze

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî daxwaza beraetkirina bersûcên Tahîr Elçî anî ziman ku pratîka dewletê û pratîka darazê ya bêcezakirinê bi salan xwe dubare dike û got: "Li hemberî van kesên sûc dikin daraz polîtîkaya bêcezakirinê pêş dixe.”  

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûra Amedê hatibû qetilkirin. Hate diyakirin ku di danişîna doza Elçî de dozger ji bo bersûcan daxwaza beraetê kir. Danişîna doza têkildarî cînayeta Elçî dê di 12’ê Hezîranê de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. Di dozê de bersûc polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî yên negirtî tên darizandin bi sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên sûcdarkirin. Ûgûr Yakişir ê fîrarî jî bi sûcê “kuştina 2 polîsan û xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” tê sûcdakirin.

Di ser suîqasta li dijî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî nêzî 8 sal derbas bûn. Ji wê demê heta niha darizandina dozê berdewam kir. Lê di 29’ê Nîsanê de Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê dosya dozê de mutaala da. Serdozgerê Komarê yê Amedê di mudaalayê de der barê polîsê bersûc ku di dosya kuştina Tahîr Elçî de cih digire, daxwaza beraetê kir. Dozger daxwaza xwe bi vî rengî pêşkêşî dosyaya dozê kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, têkildarî mijarê da zanîn ku vê sekn û helwesta Serdozgerê Komarê yê Amedê zêde ew şaş nekirin û wiha got: “Mixabin di demên dawî de heyeta dadgehê hemû daxwazên me yên ji bo lêkolîn û ronîkirina cînayeta Tahîr Elçî red dikir. Vê helwesta dadgehê nîşanî me dida ku dê dosya dozê bi necezakirinê bi dawî bibe.  Bi vê mutalaya dozger ev qeneeta di hiş û dilê me de çûbû bêtir şênber kir.”

Serokê Baroyê Nahît Eren, anî ziman ku pratîka dewletê û pratîka darazê ya bêcezakirinê bi salan xwe dubare dike û wiha axivî: “Bi salane erkdarên cemaweriyê sûcên giran ê binpêkirina mafên mirovan dikin.  Li hemberî van kesên sûc dikin daraz polîtîkaya bêcezakirinê pêş dixe.”

Eren, bilêv kir ku di dosya Tahîr Elçî de ji vê saetê û şûnde hewldana ku bersûcan bêceza bihêle heye û wiha berdewam kir. “Me her tim got ji bo ev cînayetên polîtîk bên ronikirin, divê hem meqamên darazê li gorî usûlê erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin, hem jî divê vîna siyasî ya bi hêz erka xwe pêk bîne. Pêdivî bi vînek xurt a siyasî heye. Divê îktîdar ji bo cînayetan ronî bike, têkeve nava hewldanên cîddî. Divê erka xwe pêk bîne. Lê mixabin der barê dosyaya Tahîr Elçî de, hem wezîrên dadê û hem jî erkdarên darazê ji bo cînayet bê ronîkirin û kujer bên darizandin tu gavên şênber nehatin avêtin.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bibîr xist ku dê di 12’ê Gulanê de danişîna dozê pêk bê  û wiha axivî: “Îhtîmala ku dadger li ser vê mutalaya dozger biryarê bide pir pir zêde ye. Em dê divê danişînê de dîsa bixwazin ku delîl bên komkirin û delîlên ku rastiyê ronî dikin li dosyayê bên zêdekirin. Em ji dadgehê bixwazin ku çeperê lêpirsînê fireh blikin. Em ê bixwazin ku dîmenên kamarayên kolanên dorê bên komkirin. Em ê bixwazin ku 12 saniye dîmenên ku di dema bûyerê de hatine qutktirin bên dîtin û li dosyayê bên zêdekirin.  Em ê daxwazên firehkirina dosyayê û komkirina delîlan bînin ziman.”

Eren, destnîşan kir ku eger dadgeh van daxwazên wan pêk nîne û biryarê bide, vê carê ew ê parêzerên dosyayê û Baroya Amedê biryara hatiye dayîn li dadgeha bilind îtîraz bikin û wiha dirêj kir: “Em ê dozê bibin dadgeha jor. Baroya Amedê ji destpêkê de diyar dike ku bi qasî tê xwestin lêpirsîn û lêpirsînek kur nehat kirin. Li gorî daxwazan lêkolînek nehat kirin û dosya bi temamî nehat ronîkirin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê berdewam bikin. Ji bo kujer bên dîtin û darizandin, ji bo kujer bê ceza nemînin û edalet cihê xwe bibîne, em ê bi biryar têkoşîna hiqûqê berdewam bikin.”