19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye çiqas gihîşt armancên xwe

Armanc û daxwazên rayedarên dewleta tirk ji serdana Bexda û Hewlêrê çi bûn, çi peyman û protokol di navbera wan de hatin imzekirin û gelo dê bandora wan li ser başûrê Kurdistanê çi be?

Du hefte berê serokkomarê Tirkiyeyê çû Iraqê. Li vir bi gelek rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinên li Bexdayê li ser daxwaza PDK’ê Erdogan derbasî başûrê Kurdistanê bû. Li vir jî bi rêveberiya herêma Kurdistanê û Barzaniyan re hevdîtin kirin.

Di encama serdanê de hate aşkerekirin ku bi tevahî 26 peyman û protokol hatine îmzekirin. Tirkiye ev wekî serkeftineke mezin nîşan da. Peyman û protokolên hatine îmzekirin bi piranî li ser aborî û enerjiyê bûn. Ji bilî sê peymanan (ew jî li ser çandinî û projeya avdaniyê bûn) ên din hemû wekî niyeta baş û xebatên ku di pêşerojê de werin kirin bûn. Peymana herî şênber a li ser Projeya Riya Pêşketinê bû. Di vir de jî Tirkiye bi tevahî negihişt armanca xwe. Yekitiya Mîrektiyên Ereban û Qatar jî bûne şirîkê vê projeyê. Bi vî awayî Tirkiye bêpar ma ku bi tena serê xwe dikaribe bi vê peymanê Iraqê bixe bin hakimiyeta xwe. Ji aliyê din ve piştî serdanê, Îranê bi daxuyaniya xwe diyar kir ku ew nahêlin Iraq bi serê xwe bi Tirkiyeyê re bikeve nav danûstandinan. Her çiqasî Îran û Tirkiye li hemberî kurdan bi hev re tevbigerin jî ji ber ku herdu dewlet jî dixwazin di Rojhilata Navîn de bibin hegemon di navbera wan de nakokî û pevçûn rû didin.

Her çiqasî Tirkiye peymanên aborî û enerjiyê derbixe pêş jî armanca wê ya sereke di tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de piştgiriya Iraqê bû. Di vê mijarê de balkêş e rayedarên Tirkiyeyê zêde tiştek neanîn ziman. Ev jî dide nîşandan ku Tirkiye di hemû mijaran de negihiştiye armancên xwe. Tirkiye ji bo rewşa xwe binixumîne û nîşan bide ku hemû cîhan li hemberî PKK’ê ye, Erdogan çû serdana başûrê Kurdistanê. Dixwest ji vir peyamekê bide ku kurd bi xwe jî li hemberî PKK’ê ne. Lê serdana başûrê Kurdistanê bi rêveberiya PDK’ê re sînordar ma. Serokê YNK li hemberî hemû gefxwarinan diyar kir ku ew bi Tirkiyeyê re tevnagerin û li hemberî tevgerên kurdan şer nakin. Lewma hemû rayedarên Tirkiyeyê hem YNK hem jî rêveberiya Silêmaniyê hedef girtin. Ligel daxwaza rakirina qedexeya li ser balafirgeha Silêmanî rabe û ji vir balafir rasterast dikaribin biçin Tirkiye û werin, Tirkiyeyê ev daxwaz red kir. Tirkiye ji bo helwesta YNK’ê ceza bike ambargo daniye ser balafirgeha Silêmaniyê.

PDK çima li gel Tirkiye tevdigere

Di hilbijartinên dawî de partiya Erdogan şikestinek xwar û cara ewil e di hilbijartinekê de nebû partiya yekemîn. Vê rewşê hem ji aliyê psîkolojî ve hem jî ji aliyê siyasî ve rewşa AKP û Erdogan xiste xeteriyê. Cara yekem e partiyek wekî alternatîf derdikeve pêş û ev jî Erdogan ditirsîne. Gelek derdor hêdî hêdî xwe ji Erdogan dûr dixin. Di rewşeke ku bandora Erdogan kêm dibe û ber bi têkçûneke mezin ve diçe de PDK zêdetir xwe nêzî Erdogan dike. Roja serdana Erdogan a Hewlerê, gelek cih bi rengê ala Tirkiyeyê hatin xemilandin. Bi şewqê keleha Hewlerê veguherindin ala Tirkiyeyê. Gelo çima rêveberiyek, partiyek tiştek wisa bike? Partiyek çima ala dewleteke ku axa wê dagir kiribe bi hemû sikakên xwe ve daliqîne? Ligel ku ev ne hewcedariyeke bingehîn e jî çima wisa tevdigere? Bersiva vê pirsê bi têkiliyên wê partiyê yên bi dewleta dagirker ve girêdayî ye. PDK hebûna xwe bi têkiliya dewleta tirk ve girêdayî dibîne.

Roj bi roj bandora PDK’ê li başûrê Kurdistanê kêm dibe. Ji bo ku ev rewşa wê eşkere nebe jî hilbijartinan boykot dike. Heya niha çend caran hilbijartinên başûrê Kurdistanê yan betal kirin an jî taloq kirin. Herî dawî Dadgeha Bingehîn a Iraqê biryar da ku di meha hezîranê de hilbijartin pêk werin. Lê PDK’ê diyar kir ku ew beşdarî hilbijartinan nabe. Biryara tevlînebûna hilbijartinan jî herî zêde bi bandora Tirkiyeyê digire. Ji bo kes nebêje PDK bi tenê maye, xwest Erdogan wan ziyaret bike.

PDK wekî AKP’ê rewabûna xwe bi hilbijartinan dide nîşandan. AKP hemû kiryarên xwe yên qirêj bi hilbijartinan rewa dike. Ji ber ku di hilbijartinan de dengê zêde distîne, dixwaze bêje ku gel piştgirî dide polîtîkayên wê, ew a rast dike. PDK jî heman tiştî dike. Niha ji ber ku dizane di hilbijartinan de rêjeya dixwaze nikare bi dest bixe hilbijartinan boykot dike. PDK her diçe di nav kurdan de û ji aliyê hêzên Rojhilata Navîn û cîhanê ve tê tecrîdkirin. Herî dawî Amerîka jî helwesta tevlînebûna hilbijartinan rexne kir û PDK ji ber têkiliyên wê hişyar kir. PDK ji bo di Rojhilata Navîn de xwe bihêz nîşan bide bi israr xwe nêzî Tirkiye dike. Bi Tirkiyeyê re têkilêyên hizbî û malbatî daniye lewma nikare qut bibe.

PDK bi biryara tevlînebûna hilbijartinan û têkiliyên bi Tirkiyeyê re dê pêşiya xetereyên nû veke.

1- PDK’ê dixwaze rastiya xwe veşêre. Heke encam ne li gorî dilê wê bin dikare bi zorê dest deyne ser rêveberiya herêmê. Jixwe heya niha bi zorê bi rê ve dibe.

2- PDK dê rewabûna hilbijartinan bide nîqaşkirin û berê partiyan bide hev. Heya niha hindik be jî hewldaneke ku zirar nede başûrê Kurdistanê derdikeve holê. Lê bi vê biryarê dibe ku herem bibe du perçe.

3- Heke rewabûna hilbijartinan bibe mijara nîqaşan Herêma Federal a Kurdistanê dê heya dawî ji destwerdana hêzên derve re vebe. Jixwe her hêz ji aliyekî dixwaze daxilî karê nav başûrê Kurdistanê bibe.

Wekî encam ku mirov bibêje Erdogan bi serdana Iraqê û başûrê Kurdistanê;

1- Ji hikumeta Iraqê rasterast piştgiriya şerê li dijî PKK’ê negirt. Iraq zû bi zû naxwaze li hemberî PKK’ê şer bike. Her wiha karakterê Tirkiyeyê jî hinek dizane. Tirkiye her çiqasî PKK’ê bike hincet jî dema bikeve nav axa Iraqê zû bi zû dernakeve. Li cihê dikeve tê de wekî dagirker bi cih dibe. Rewşa Sûriyeyê li ber çavan e.

2- Ji ber şirîkatiya dewletên ereb a projeya riya pêşketinê bi tena serê xwe nikare bibe xwedî gotin. Îranê jî nîşan da ku Iraq tenê bi destûra wê dikare peymanan îmze bike.

3- Dixwest li hemberî PKK’ê hemû partiyên kurdan di yek rêzê de bigire. Lê ji bilî PDK’ê partiyên din tevlî vê tifaqê nebûn.

4- Tifaqa bi PDK’ê re xurt kir. Di amadekariyên şerê hemberî gerîla de piştgiriya PDK’ê carek din girt.

5- Wekî dawî jî hate xuyakirin ku êdî Tirkiye nikare xwestekên xwe bi rihetî bide kirin.

Tirkiyê ji bo dagirkirina Başûr û rojavayê Kurdistanê amadekariyeke mezin kiriye. Lê ji bo vê dagirkirinê rewa bike pewîstiya wê bi hinek derdorên kurd û piştgiriya navnetewî heye. Naxwaze bi tena serê xwe bikeve nav van karan. Lewma ji her demê zêdetir ketiye nav kar û barên dîplomatîk. Niha du rê hene: Yan Tirkiye dê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rake û rêbaza çareserkirina riyên demokraatîk hilbijêre yan jî bi tenê be jî hewldaneke nû ya dagirkirina Başûr û rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin. Di demeke ku krîza aboriyê ewqas kûr bûye û Erdogan ji aliyê siyasî ve lawaz bûye de dê çiqas bi ser bikeve mijara nîqaşê ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê di şer de xwe îspat kiriye ku têk naçe, di hilbijartinên dawî de ji aliyê siyasî ve jî nîşan da ku têk naçe.