11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Bilind cezayê rojnameger Guleş xera kir

Dadgeha Bilind, cezayê ku bi angaşta "propagandaya rêxistinê" li rojnamevan Mehmet Guleş hatibû birîn, xera kir.

Di sala 2017’an de ji ber belavkirina nûçeyên li ser medyaya dîjîtal bi angaşta “propagandaya rêxistinê” 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Mehmet Guleş hatibû birîn. Dadgeha Bilind, vî cezayê ku li Guleş hatibû birîn xera kir.

Piştî ku rêya îtirazê hatibû vekirin, Guleş ji bo vî cezayê ku 2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Xarpêtê lê birîbû serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê dabû. Lê piştî ku Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê jî ceza pesend kiribû, Guleş serî li Dadgeha Bilind dabû. 3’yemîn Dîareya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara dadgeha herêmî vekoland û biryar da ku cezayê hatiye birîn zêde ye û cezayê hatiye birîn xera kir.

Rojnameger Guleş ku biryara Dadgeha Bilind nirxand ev tişt got: “Nûçe û wêneyên ku min belav kirin di çarçoveya mafê agahîwergirtinê yên raya giştî de bûn. Yek ji parvekirinên ku bûye sedema ceza jî têkildarî salvegera komkujiya Roboskiyê bû. Her wiha hevdîtinên min ên bi rêya telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re jî kirine hincet ji bo cezakirinê. Kiryar li derve ne, lê nûçeyên ku min belav kirine sûc hatine hesibandin. Ev nayê qebûlkirin. Helbet di vê heyamê de tu hêviyeke min a ji bo biryareke hiqûqî tuneye. Jixwe Dadgeha Bilind jî cezayê hatiye birîn ji ber azadiya fikr û ramanê xera nekiriye, tenê gotiye cezayê hatiye birîn li gorî parvekirinan giran e. Li vir tişta diviyabû bihata kirin, parastina azadiya fikr û ramanê bû, lê mixabin me ev yek di biryara Dadgeha Bilind de nedît.”