18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê 70 rojnameger di bin çavan de ne

ji destpêka nerazîbûn û serhildana gelê Îranê û li gorî daneyên fermî û nefermî derdora 70 rojnamegeran hatine binçavkirin

Komîteya Çavdêriya Rewşa Rojnamegerên Girtî ya girêdayî Sendîkaya Rojnamegerên Îranê lîsteyeke ku rewşa 35 rojnamegerên di dema xwepêşandanan de hatine girtin nîşan dide, belav kir.

Li gorî wê raporê  ji destpêka nerazîbûn û serhildana gelê Îranê û li gorî daneyên fermî û nefermî derdora 70 rojnamegeran hatine binçavkirin û derdora nîvê wan bi kefalet hatine serbestberdan.

Her wiha di berdewama raporê de tê gotin ku ji bilî kesên hatine girtin rayedarên dewletê bang li gelek rojnamegeran ji bo îfadeyê jî kiriye. Çend navê rojnamegerên di bin çavan de wiha ne: Elî Xetîb Zade, Mesûd Kurd Bor û Merdiya Telayî ji ajansa Mokriyan, her wiha li bajarê Bukanê rojnamegera wênekêş Yelda Meîrî û Haşim Muezin Zade li Tehranê hate girtin, rojnamegera rojnameya Şark Nîlofer Hamidî li Tehrane, Hoda û Zehra Tewhîdî, Rohulah Nexeyî, Alî Riza Xoşbext , weyda Rebanî û Araya Caferî ji ajansa ÎSNA li Asfehanê.Di vê lîsteyê de navê 35 rojnamegerên di bin çavan de tê rêzkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji bilî vê lîsteya rojnamegeran hêzên ewlekariya Îranê ji destpêka serhildana gelê Îranê ya di 16’ê îlonê de dest pê kir gihaye derdora 18 hezar xwepêşandêran. Lê tevî ku rayedarên dewleta Îranê bi gef, girtin, tundî û darvekirinê dixwaze pêşî li serhildana gel bigire lê tevî her tiştî serhildana gelê Îranê bi şêwe û rêbazên cuda berdewam dike.