2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Federal: Divê Hewlêrê dahata petrolê radestî Bexdayê bike

Dadgeha Bilind a Iraqê ferman da hikûmeta Bexdayê ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê rasterast bide wan , Hewlêrê jî dahatên petrolê radestî hikûmeta Bexdayê bike

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê roja çarşemê ferman da hikûmeta Bexdayê ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê rasterast ji wan re were şandin bêyî ku bidin rayedarên herêma Kuridstanê.  Her wiha ferman da Hewlêrê ku hemû dahatên petrolê radestî Bexdayê bike.

Li gorî malpera Asharq News a Iraqê biryara Dadgeha Bilind, ku bilindtirîn dezgeha dadwerî ya li Iraqê ye, piştî dozek ji aliyê parêzer û karmendên Silêmaniyê ve, tê vekirin, hatiye dayîn. Mamoste çend roj in di grevê de ne û xwepêşandanan li dar dixin ji ber ku rayedarên herêmê mûçeyên wan ê sê mehên dawîn ên sala 2023’an nedane wan.

Di vê biryarê de ku li ser televizyona dewletê hat weşandin, serokê dadgehê Casim El-Amirî, li ser hikûmeta Bexdayê ferz kir ku mûçeyên hemû karmendên herêmê di hemû wezaret û saziyên giştî de, herwiha kesên teqawidbûyî û sûdmendan bi cih bike.

Her wıha El-Amirî diyar kir ku ev pere “ji para herêmê ya ku li gorî yasaya bûdceyê ji bo îsal û ji bo salên bê hatiye diyarkirin” tê daxistin û teqez kir ku divê hemû aliyên pêwendîdar bi vê mîkanîzma nû re “bêyî ku serî li rayedarên herêmê bidin” biryarê bi cih bînin.

Ji xwe ji berê de gelekî nakokî di peywendiyên darayî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hene, hinek ji wan xalan evin: Xalên girêdayî mûçeyê fermanberên herêmê, pişka Kurdistanê di bûdceya giştî de, miqdarên petrola ku ji zeviyên Kurdistanê tên hinardekirin, yasaya petrol û gazê û dahatên herêmê yên darayî yên ji deriyên sînoran.

“Radestkirina dahata petrolê”

Biryara Dadgeha Federalî her wiha daxwaz ji Hewlêrê dike ku “hemû dahatên petrolê radestî hikûmeta federal bike”, herwiha pişkirina daneyan li ser wan dahatan ferz dike.

Herêma Kurdistanê bi salan xwediyê çavkaniyên serbixwe yên darayî bû ku girêdayî hinartina petrolê bû, lê ji Adara 2023’an ve di encama biryara desteya hakemkirinê ya Odeya Bazirganî ya Navdewletî li Parîsê de, ew hinardekirin rawestiyane. Iraq li ser hinartina petrola Kurdistanê bi Tirkiyê re di nava nakokiyan de ye.

Piştî vê yekê Tirkiyê biryar da ku rojane 450 hezar bermîl petrola Iraqê bi riya bendera Ceyhanê rawestîne, piştî ku ji aliyê Odeya Bazirganî ya Navdewletî ve hat erkdarkirin ku tazmînat bi qasî 1.5 milyar dolar bide Bexdayê.

Li gor amarên Herêma Kurdistanê, rawestandina hinartina petrolê bi riya axa Tirkiyê beriya niha bi salekê, zerar û ziyanên xezîneya herêmê gihaye bi qasî 10 milyar dolarên Amerîkî.

Di destpêka Nîsana 2023’an de, hikûmeta federal û hikûmeta Kurdistanê bi awayekî demkî li hev kirin ku firotina petrolê bi riya Şîrketa Bazirganî ya Nefta Iraqê (SOMO) bike û dahatê li ser hesabê bankê yê ku ji aliyê Hewlêrê ve tê birêvebirin û di bin çavdêriya Bexdayê de ye, were danîn.

Piştî vê biryarê, divê firotina petrola herêmê ji hikûmeta federal a Bexdayê re derbas bibe, li hember wê jî rêjeya ji budceya federalî ya Herêma Kurdistanê tê terxankirin. Piştî nêzîkî salekê ji rawestandina wê, hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê hîna dest pê nekiriye.