7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogûllari li Qersê di hevdîtina gel de peyamên girîng dan

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê di hevdîtina gel de axivî û wiha bertek nîşanî qedexeyên li dijî zimanê kurdî da: “Dev ji dayîna dengan berde, divê mirov silavê jî nede van kesan.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li Qersê li pêşiya avahiya partiyê bi gel re hatin gel hev. Bi sedan kes tev li hevdîtinê bûn. Namzetên Hevşaredariyê yên Qersê Arzu Savaş Derman û Kenan Karahanci jî welatî silav kirin.

‘Qers û DEM heman tişt in’

Hatîmogûllari di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Em niha li Qersê ne ku malavaniya gelek gelek û baweriyên cuda kiriye. Vaye Qers û DEM heman tişt in. Ji ber ku DEM jî mîna Qersê hemû gel û baweriyên cuda di nava xwe de dihewîne. Her çend ew hewl bidin me hefs bikin jî, em wan sînorên wan hildiweşînin û li vir in. DEM li Qersê û Qers jî li DEM’ê tê. Dem dema DEM’ê ye.”

‘Ev dijminên ziman û gelan e’

Bi domdarî Hatîmogûllari destnîşan kir ku divê hemû kes bi xîreteke mezin tev li xebatan bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê lez bidin xebatan û li her deriyekî bidin. Îktîdara AKP’ê li Qersê şaredarî ji şirîkê xwe yê biçûk MHP’ê re hişt. Wisa lihev kilrin. Lê binêrin, şirîkên mezin û biçûk bi destên hev girtine û li Tirkiye û Kurdistanê dijminatiyê li dijî kurdan û hemû gelan dikin. Duh Roja Zimanê Dayikê bû. Parlamenterên me xwestin Meclisê bi zimanê xwe yê dayikê silav bikin lê Serokwekîlê Meclisê yê MHP’î dema axaftinên bi kurdî, erebî, ermenîkî û suryankî dihat axaftin, mîkrofon girt. Vaye dijminên gelan ev in. Ev kes dijminên zimanan e. Dev ji dayîna dengan berdin, divê mirov silavê jî nede van. Gelê Qersê baş bi vê dizane û dê bi ser keve.”

Krîza aborî

Di berdewamê de Hatîmogûllari bal kişand ser polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê û wiha got: “Îktîdara AKP’ê li her derê dibêje ‘me aborî firand û tu xizan li welêt neman.’ Lê belê yek namzetê wan jî nikarin bi dilrehetî li cihê bazarê bigerin. Ji ber ku tên protestokirin. Tenê esnafên ku ji berê ve pê re axivîn tên cem û diçin serdana wan. Ew jî baş dizanin ku li her derê xizaniyeke mezin heye. Yê ku îro li qesrê rûniştî bihayê nan nizane. Wan aborî firand lê di zinarî de avêt xwarê. Çavkaniya sereke ya debara qersiyan sewlakarî û çandinî ye. Lê li vir ji bo sewalkariyê tu teşwîq nayên kirin. Dema me li Qers, Erdexan û Îdirê xebatên xwe didomandin, esnafan gelek gazinc kirin, diyar kirin ku bihayê êm û mazotê zêde ye. Vaye wan ev tişt hêjayî Qersê dîtin. Birçîtî û xizanî hêjayî wan dîtin. Koma me ya şaredariyê dê bike ku ji bo başkirina aboriya vê derê projeyan pêş bixe. Dê pergala kooperatîfiyê bînin vê derê. Li dijî zîhniyeta qeyûman tayîn dike, em ê vî bajarî bi feraeta şaredarvaniya gelparêz birêve bibin. Dê li her taxên me navendên çand û hunerê, navendên ciwan, jin û malên şînê hebin.”

Bertek nîşanî qedexeyên li dijî kurdan da

Hatîmogûllari, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û axaftina xwe wiha qedand: “Li bajarên me qeyûm hatin tayînkirin. Van qeyûman tabelayên kurdî jê kirin, navendên jinan girtin û pergala me ya hevserokatiyê hedef girtin. Em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin û tevî gelê xwe bi çar destan wan biparêzin. Dê bersiva herî baş gelê me bide vê zîhniyeta qeyûman. Gelo ma dê Qers dengê xwe bide kesên qeyûman tayîn dikin û şirîkên wan ên biçûk? Gelo ma dê dengê xwe bidin kesên zimanê kurdî û zimanên din qedexe dikin? Ma dê dengê xwe bidin zîhniyeta ku pergala hevserokatiyê hedef digire? Ma dê Qers dengê xwe bidin kesên kirasê xiyanetê li xwe kirin? Em ê dengê xwe bidin şaredarvaniya gelparêz. Bêguman dengê me ji bo DEM Partiyê ne. DEM gelek li Qersê û Qers jî gelek li DEM’ê tê.”