4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Edaletê: Li dijî zilmê dê têkoşîna me bidome

Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de ku bal hate kişandin ser rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de wiha gotin: “Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome.”

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran di pêşengtiya malbatên girtiyan û saziyên sivîl ên civakî hatiye destpêkirin didome.

Wan

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin, di roja 80’emîn de berdewam kir. Gelek welatî û xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Di nobetê de gelek caran diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Westanê û şêniyên Taxa Çîçekliyê hatin serdana nobetê.

‘Em tenê azadiyê dixwazin’

Di serdanê de Haliye Demîragaç axivî û wiha got: “Êdî em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em tenê aştî û azadiyê dixwazin. Ma dê ev zilm û qetlîam heya ku derê dom bikin. Heya ku aştî neyê vî welatî dê aramî neyê. Di serî de birêz Ocalan, divê hemû girtî azad bin. Em hêvî dikin ku demildest tecrîda ser birêz Ocalan rabe û em jî azadiya xwe pêk bînin.”

Mêrsin

Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER), bi daxwaza “Jİ Rêberê PKK’ê re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” daye destpêkirin, berdewam dike. Komeleya Jinan a Mîmozeyê serdana nobetê kir û di serdanê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Nobet bi gotina klamên dengbêjiyê dest pê kir. Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy, bal kişand ser giringiya nobetê ya ku 80 roj in dom dike û wiha axivî: “Hûn ji bo zarokên xwe yên di girtîgehan de ketina greva birçîbûnê, li dijî faşîzmê têdikoşin. Em li cem we ne.”

Amed

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 80’emîn de berdewam dike. Di nobetê de malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Malbatên girtiyan bal kişandin ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê. Malbatên girtiyan anîn ziman ku divê herkes bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û gotin: “Zimanê me rûmeta me ye û heke zimanê dayikê nebe, jiyan ne pêkan e.”

Remziye Bîlîr a ji Ingilistanê hatibû serdana Nobeta Edaletê jî ev tişt anî ziman: “Em li dijî tecrîdê bibin yek û tecrîdê bişkînin.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Çalakî bi tililiyan bi dawî bû.

Êlih

Çalakiya malbatên girtiyan a li Êlihê di roja 22’yemîn de li avahiya DBP’ê ya Bajêr berdewam kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên civakî û partiyên siyasî hatin serdana çalakvanan. Di serdanan de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan. Çalakgeran pêşmalkên spî yên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Kesên hatin serdana çalakiyê bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Di çalakiyê de diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Îzmîr

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin rêxistinên DEM Partiyê yên Bayrakli û Karabaglarê dewr girtin. Nobeta ku li Taxa Yamanlarê pêk hat, rêxistinên DEM Partiyê yên Karşiyakayê û Konakê û şêniyên taxê serdana wê kirin. Di nobetê de peyamên ku girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ji çalakvanan re şandin hate xwendin.

Nobeta Edaletê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya li Bayrakliyê berdewam dike ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Yek ji malbata girtiyan Peyrûze Kûrt a di Nobeta Edaletê de axivî, wiha got: “Em ji bo piştgiriya çalakiya li girtîgehan hatiye destpêkirin li vir in. Em dixwazin desthilat guh bide dengê dayikan û li ser xwîna zarokên me siyasetê neke. Ne tenê rakirina tecrîdê, em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe.”

Kûrt, bi lêv kir ku gelê kurd weke gelên din ên cîhanê jiyaneke azad û wekhev heq kiriye û wiha berdewam kir: “Her roj cenaze tên, ev cenaze zarokên her du gelan in. Em naxwazin tu dayik zarokên xwe winda bikin. Ne dayikên tirkan ne jî dayikên kurdan bila negirîn. Li dijî siyaseta zulmê ya desthilatê dê têkoşîna me bidome. Em dixwazin daxwazên zarokên me werin bi cih anîn. Têkoşîna zarokên me têkoşîna me ye.”

Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş jî bal kişand ser tecrîd û sirgunên li girtîgehan û wiha got: “Heta ku zarokên me di çalakiya greva birçîbûnê de bin dê çalakiya me ya nobetê berdewam bike. Daxwazên zarokên me diyar in, bila tecrîd rabe, bila zextên li girtîgehan, sirgun bi dawî bin. Bila mafên gelê kurd bên qebûlkirin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”

Karabaglar

Nobeta Edaletê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê didome, ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Çalakî bi gotina stranên kurdî berdewam kir.