27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir

Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ji ber sûcên “tacîza zayendî”, “îstîsmara zayendî” û “Bêparhiştina ji azadiyê ya şexsî” dihat darizandin û biryara beraetê hatibû dayîn. Dadgeha Îstînafê jî ev biryara beraetê erê kir.

Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp gelek caran îstîsmara zayendî li zarokê bi navê E.A. kiribû. Ji ber vê sedemê jî ji peywirê hatibû girtin. 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo Kayaalp biryara beraetê dabû. Ev biryar, ji hêla Dadgeha Kargêrî ya Herêmê ya Amedê ve hate erêkirin. Dozger û aliyan li dijî biryara beraetê ya ji bo sûcên “tacîza zayendî”, “îstîsmara zayendî” û “Bêparhiştina kesekî ji azadiya xwe” hatiye dayîn, îtîraz kirin. Li ser vê yekê 7’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Kargêrî ya Herêmê ya Amedê îtîraz lêkolîn kir û serlêdanên hemû aliyan red kir.

Mafê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê nîne ku li îstînafê serlêdanê bike lewma daxwaza wê ji hêla 7’emîn Daîreya Cezayan ve hate redkirin. Di biryarê de hat gotin ku dema li delîlan û encamên lêpirsînê yên dadgehê tê nihêrtin, di biryara beraetê ya dadgehê de tu bêhiqûqtî nînin.

7’emîn Daîreya Cezayan biryara redkirina serlêdana ji bo îstînafê bi piraniya dengan da.

Ji ber ku ji bo sûcê “tacîza zayendî” biryara teqez hatiye dayîn, tu rêyên serlêdanên ji bo Dadgeha Bilind neman. Ji ber vê yekê parêzerên zarok di serlêdana ji bo Dadgeha Desteya Bingehîn (AYM) de dê ji ber sûcên “îstîsmarkirina zayendî” û “Bêparhiştina kesekî ji azadiya xwe” li Dadgeha Bilind îtîrazê bikin.