2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 10 meh cezayê hebsê ji helkbestkar Ahmet Tellî re xwest

Dadgeha Enqereyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê hebsê li helbestkar Ahmet Tellî birî.

Helbestkar Ahmet Tellî di sala 2017’an de beşdarî daxuyaniyek çapemeniyê bû, ji ber vê axaftina wî û helbesta ji pirtûka xwe “Dovuşen Anlatsin” xwendibû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna sêyemîn a dozê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Gelek parêzvanên mafên mirovan û parêzer tev li danişînê bûn.

Dozger berê mutalaya xwe pêşkêş kiribû û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 8 sal cezayê hepsê ji Tellî re xwestibû. Tellî li dijî mutalayê parastina xwe kir û diyar kir ku ew bi berpirsiyariya xwe ya rewşenbîriyê beşdarî daxuyaniyê bûye û got: “Mexseda min xwendina helbestê bû. Tê îdiakirin ku min bi helbesta xwe ya di pirtûka min a ‘Dovuşen Anlatsin’ propaganda rêxistinê kiriye. Ez wek rewşenbîrekî berê jî li ser meseleyên civakî rawestiyabûm, ev wezîfeya min e. Ez beraeta xwe dixwazim.”

Parêzerê Tellî, Umut Vedat Acar jî parastiê kir û xwest miwekîlê wî were beraetkirin.

Ceza hat taloqkirin

Şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir û diyar kir ku Tellî sûc kiriye û ji “propaganda rêxistinê” 10 meh cezayê hepsê lê birî. Dadgehê paşê jî biryar da ku cezayê hatiye birîn were taloqkirin.