3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di sala 2022’an de nêzî milyonek penaber serî li YE’yê daye

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku di sala 2022’an de nêzî milyonek koçberan daxwaza îltîcayê kirine. Hat diyarkirin ku ji van sedî 71 mêr in

Saziya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (ABÎK) diyar kir ku di sala 2022’an de 996 hezar daxwazên îltîcayê li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hatine tomarkirin. Ev hejmar ji sala 1016’an ve asta herî zêde ye

Ev daneyane 27 welatên Yekîtiya Ewropayê, Swîsre, Norveç, Îzlanda û Lîhtenştaynê digire nava xwe.

Yên daxwaza îltîcayê kirine, ji sedî 71 mêr in. Piraniya koçberan ji Sûriyeyê (138.000), Afganistan (132.000), ji Tirkiyeyê (58.000), ji Venezûelayê (51.000) û ji Kolombiyayê (43.000) kesan ji bo îltîcayê serlêdan kiriye.

Di sala 2022’an de ji sedî 70’ê serlêdanan li 5 welatan zêde bû: Almanya (244.000), Fransa (156.000), Spanya (118.000), Avûstûrya (109.000), Îtalya (84.000).

Hêjayî gotinê ye ku daxwazên îltîcayê tenê nêzî ji sedî 39 bersivek erênî girtin. Her wiha li Yekîtiya Ewropayê 4 milyon Ûkraynayî hene ku ji şerê Rûsya yên li hemberî Ûkraynayê reviyane û ji statuyeke taybet a derbasdar sûd werdigirin.